AMED – Pîrozbahiyên şampiyoniya Amedsporê dest pê kir

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor piştî ku li beramberî Somasporê bi encama 1-0 bi ser ket gelekî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de têdikoşe îro li bajarê Manîsayê bû mêvana Somasporê.

Pîrozbahiyên şampiyoniya Amedsporê dest pê kir

Piştî vê lîstikê Amedsporê puana xwe derxist 80yî û lîdertiya xwe saxlemtir.

Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 77 puanan e.

Amedspor bi 3 puanan û averaja 11 golan li pêşiya Kastamonusporê ye.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Pîrozbahiyên şampiyoniya Amedsporê dest pê kir

Amedspor her çend hîn jî ji aliyê matematîkî ve ji sedî sed nebûye şampiyon lê mirov dikare bibêje deriyê şampiyoniya xwe vekir.

Amedspor eger li hemberî Menemensporê têk biçe û Kastamonuspor jî di lîstika herî dawiya xwe de bi ser bikeve puanên herdu tîman jî dibin 80 puan.

Lê ji ber ku golên Amedsporê zêdetir in dê şampiyoniyê bi dest bixe.

Amed

Li bajarê Amedê, piştî lîstîkê Amedsporê ya bi Somasporê re xelk ji bo pîrozbahiyên şampiyoniya daket ser cadeyan.

Alîgirên Amedsporê bi meşale û fîşekên hewayî serkeftina tîma xwe pîroz kir.

Li tevahiya bajêr pîrozbahiyên şampiyoniyê berdewam dikin.

Amed

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst