Leyla Zana jî li stadyumê bû: Amedsporê Igdirspor têk bir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Igdirspor Leyla Zana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li mala xwe mazûvaniya Igdirsporê kir û bi encama 3-0 bi ser ket.

Bi vê encamê re Amedspor li ser textê lîderiyê rûnişt.

Golên Amedsporê ji aliyê Moreno (2) û Diagneyê ve hatin avêtin.

Diagne û Saba Dia di maçê de ji penaltiyan sûd wernegirtin penaltî nekirin gol.

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî maç li protokola stadyumê temaşe kir.

Di maçê de çi qewimî?

Xuleka 8an di êrişa Amedsporê de şûta Moreno ji kêlekê çû derve.

Xuleka 14an gola Moreno ji ber ofsaytê ji aliyê hakem ve nehat qebûlkirin.

Xuleka 33yan Moreno nêzîkî golê bû fol lê hat kirin û hakem biryara penaltiyê da lê Diagneyê top avêt derve.

Xuleka 43yan Moreno bi pasa Diagneyê gol avêt û tîma xwe 1-0 derxist pêş.

Amedsporê nîveka yekem li bipêş qedand û Saba Dia jî penaltiyek ji dest da ku qelevan top derxist.

Di nîveka duyem de bi golên Diagne û Moreno Amedsporê ferq derxist 3yan û 3 puan bi dest xistin.

Kaloglu: Em tîma herî baş a lîgê ne

Rahênerê Amedsporê Sînan Kaloglu piştî maçê daxuyanî da û tîma xwe pîroz kir.

Kaloglu diyar kir ku ew tîma herî baş a lîgê ne û got:

"Em dixwazin wekî nîveka yekem, nîveka duyem jî wekî lîder biqedînin.

Lîderî bi hêsanî nehat, di bin vê de fedakarî û yekîtî heye."

"Em dê transferan bikin"

Rahênerê Amedsporê li ser xebatên transferê jî ev agahî dan:

"Em dibînin ku di parastin û nîveka qadê de kûrahiya kadroya me kêm e.

Em dê ji sibê ve dest bi xebatên transferan bikin û kadroya xwe xurt bikin.

Bila gumanan kesî nebe, em dê lîstikvanên baş û bi karakter bînin tîmê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst