Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê di hefteya 19emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de li mala xwe mazûvaniya Îdirsporê kir û bi encama 3-0 bi ser ket.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê jî maç temaşe kir û alîgiran bi dirûşma "Leyla Zana rûmeta me ye" pêşwaziya wê kir.
Di hefteya 19emîn a lîgê de, Amedspor li yarîgeha xwe derket pêşberî Îdirsporê.
Tîma Kesk û Sor bi lîstikeke serkeftî hevrikê xwe bi 3 golan têk bir û bpû xwediyê 3 puana.
Bi vê encamê Amedsporê puanên xwe derxist 39an û nîvê yekem ê lîgê wekî lîder temam kir.
"Leyla Zana rûmeta me ye"
Maç ji bo jinan belaş bû û eleqeyeke mezin a jinan û alîgiran hebû. Nêzîkî 30 hezar kesî stadyûm tijî kir.
Mêvana taybet a maçê Siyasetmedara Kurd Leyla Zana bû. Zana li protokola stadyûmê maç şopand.
Alîgirên Amedsporê ji bo Leyla Zanayê koreografiyeke taybet amade kiribû. Alîgiran wêneyên Leyla Zanayê li sîngê xwe xistin û dirûşma "Leyla Zana rûmeta me ye" berz kirin.
Alîgirên ku ji bajarên cuda hatibûn, li ber def û zirnê govend gerand û coşeke mezin li stadyûmê peyda kir.
Alîgir: Xwedê dê heqê me ji wan bistîne
Alîgirên Amedsporê kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina Leyla Zanayê û bersiva li dijî gotinên neyînî yên derbarê wê de anîn ziman.
Alîgirê bi navê Îsmaîl Ozbek got, "Leyla Zana rûmeta Kurdan û rûmeta me hemûyan e. Ser seran û ser çavan hatiye."
Mehmet Sadik ê alîgir jî bertek nîşanî êrişên devkî yên li ser Zanayê da û got:
"Ew qiseyên nexweş ên ji Leyla Zanayê re kirin, em wan hewaleyî Xwedê dikin. Xwedê dê heqê me ji wan bistîne."
Jineke alîgir a bi navê Ganîme Çelîkê jî diyar kir, "Ez taybet îro ji bo Leyla Zanayê hatim maçê.
Ew xeberên ji Leyla Zanayê re gotin, ji me jinan hemûyan re ne. Leyla Zana şerefa me ye."
Diyarî ji bo malbatên Robozikê
Serokê Amedsporê Nahît Eren piştî maçê daxuyanî da.
Eren, encama maçê û lîderbûna Amedsporê diyarî malbatên qurbanîyên Komkujiya Robozikê kir ku salvegera wê 28ê Kanûna Pêşîn bû.
Amedsporê bi vê serkeftinê xelata sersalê da bi milyonan alîgirên xwe û ji bo şampiyoniyê avantajeke mezin bi dest xist.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse