Maç îro ye: Bursaspor bi wesayîtên zirxpoş çû Amedê!

30-04-2024
Nîşan Diyarbekirspor Bursapor Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bursapor ji bo maça xwe ya bi Diyarbekirsporê re bi wesayîtên zirxî çû Amedê.

Diyarberkirspor û Bursapor îro saet 13:00an li Amedê tên pêşberî hev.

Her du tîm di Koma Spî ya Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de cih digirin.

Diyarbekirspor bi 42 puanan di rêza 12an de ye û Bursapor jî bi 20 puanî di rêza 18an de ye.

Li hêla din, beriya niha bi demekê misoger bûbû ku dê Bursapor bikeve lîga sêyem.

Lîstikvanên tîma Bursayê ya ku bi êrişên xwe yên nijadperset tê naskirin, doh çûn Ameda Bakurê Kurdistanê.

Tîma Bursaporê tevî karwanekî polîsan çû Amedê û bi wesayîtên zirxpoş ên polîsan çûn otelê.

Polîsan li derdora otelê tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Amedspor û Bursaspor 5ê Adara 2023yan li bajarê Bursayê hatibûn pêşberî hev.

Alîgirên Bursasporê posterên Mahmut Yildirimê bi nasnavê Yeşîl (Kesk) û posterên “torosên spî” bilind kiribûn.

Alîgir û futbolîstên Bursasporê êrişî lîstikvanên Amedsporê jî kiribû û gelek çêr û heqaretên giran kiribûn.

Dewletê salên 1990î li Bakurê Kurdistanê gelek Kurdên sivîl kuştibûn û bêserûşûn kiribûn.

“Torosên spî” û “Yeşîl” wekî sembola wan kuştinan tên naskirin ku di raya giştî de bi navê “faîlîmeçhûl/kuştinên ku failê wan ne diyar e” tên zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst