Paris Saint-Germainê pişt li Arsenalê şikand

30-04-2025
Nîşan Paris Saint-Germain Arsenal Lîga Şampiyonan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Paris Saint-Germainê (PSG) di maça yekem a nîv-fînalê ya Lîga Şampiyonan de 1-0 zora Arsenalê bir.

Paris Saint-Germain û Arsenal şeva borî li Londonê hatin pêşberî hev.

Di pêşbirka herî bi prestîj a futbola Ewropayê ya di asta kluban de, ekîba Fransayê bi gola Ousmane Dembele ya xuleka 4an 1-0 ket pêş.

Dembele vê demsalê keysa xwe li golan xweş kiriye û ev bû gola wî ya 8an a vê sezonê ya di Lîga Şampiyonan de.

Merino xuleka 47an gok şand torên Paris Saint-Germainê lê VARê ev gol ji ber ku ofsayt bû nehesiband.

PSG ji maçê bi serkeftina 1-0 veqetiya û maça rovanşê dê 7ê Gulanê were lîstin.

Divê were gotin ku di maça din a nîv-fînalê de Barcelona û Inter dê îşev demjimêr 22:00yan werin pêşberî hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst