Îşev maçên girîng hene: DAIŞê gefa êrişê xwar!

09-04-2024
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Lîga Şampiyonan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê gefa êrişê li çar stadyumên ku dê maçên çaryeka fînala Lîga Şampiyonan werin lîstin xwar.

Îşev û sibe şev dê çar maçên çaryeka fînala Lîga Şampiyonan li stadyûmên Parc des Princes, Santiago Bernabeu, Metropolitan û Emiratesê bên lîstin.

DAIŞê bi peyamekê gefa êrişê li dijî wan her çar stadyûman xwar.

DAIŞê di peyama xwe de, cih da posterekê ku li ser "Hemûyan bikujin" hatiye nivîsandin.

Hikûmeta Spanyayê jî ragihand ku wan berî maça Atletico Madrid û Borussia Dortmundê were lîstin tedbîrên ewlehiyê zêde kirine.

Maçên Îro:

Arsenal (Brîtanya) - Bayern Munich (Almanya)

Real Madrid (Spanya) - Manchester City (Brîtanya)

Maçên 10 Nîsanê:

Atletico Madrid (Spanya) - Borussia Dortmund (Almanya)

Paris Saint-Germain (Fransa) - Barcelona (Spanya)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst