Lewandowski ji Bayern Munichê veqetiya

30-05-2022
RÛDAW
Nîşan Robert Lewandowski Bayern Munich Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê Polonî Robert Lewandowski diyar kir ku kariyera wî ya bi Bayern Munichê re qediyaye.

Lewandowski beriya pêşbirka Koma 4 a Lîga Neteweyên UEFAyê ya ku Tîma Neteweyî ya Polonyayê dê li paytext Varşovayê mazûvaniya Walesê bike axivî û got, "Çîroka min a bi Bayern Munchenê re bê guman qediya. Piştî bûyerên di mehên dawî de ez êdî nikarim fikra xebata bi wan re bikim."

Lîstikvanê 33 salî yê ku peymana wî bi Bayern Munchenê re dê di dawiya sezona 2022-23an de biqede, anî ziman, "Ez difikirim ku transfer dê ji bo her du aliyan jî bijarteya herî baş be. Ez bawer dikim Bayern dê min ranewestîne tenê ji ber ku derfet heye."

Tê îdiakirin ku ew diçe Barcelonayê

Lewandowski ku di tîma Alman a Bayern Munchenê ya ku ji sala 2014an vir ve tê de dilîze de, di 375 lîstikan de 344 gol avêt, 8 şampiyoniyên lîgê, Lîgeke Şampiyonan a UEFAyê, Kupaya Super a UEFAyê, Kupaya Tîman a Cîhanê ya FIFAyê bi dest xist.

Lewandowski ku di salên 2020 û 2021an de Xelata Futbolîstê Mêrê Herî Baş ê FIFAyê wergirtibû, tê îdiakirin ku dê biçe tîma Barcelona ya Spanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst