Li Dêrsimê şampiyonaya raftîngê tê lidarxistin

30-07-2025
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Çemê Munzurê Şampiyonaya Raftîngê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê kelecana şampiyonaya raftîngê didome.

Pêşbirkên Kûpaya Super a Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê ku di bernameya çalakiyên salane yên Federasyona Kanoyê ya Tirkiyeyê de cih digirin li Dêrsimê didomin.

Ji bo şampiyonayê li ser Çemê Munzûrê parkurên taybet hatin çêkirin.

Pêşbirkên ku Federasyona Kanoyê li ser Çemê Munzûrê organîze dike, bi beşdariya 300 werzişkarên ji 9 parêzgehan ev du roj in tên lidarxistin.

Tîma ku bi ser bikeve dê beşdarî Şampiyoniya Ewropayê bibe.

“Ez dixwazim li Ewropayê Amedê temsîl bikim”

Werzişker Emrullah Gungorê ku ji Amedê çûye diyar kir ku armanca wan beşdarbûna pêşbirka Ewropayê ye û got:

“Ez ji Amedê têm. Îro Şampiyonaya Tirkiyeyê ya ji bo bijartinên Ewropayê tê lidarxistin.

Armanca min ew bû ku ez pileyekê bi dest bixim, li Ewropayê parêzgeha xwe temsîl bikim û malbata xwe kêfxweş bikim.”

“Hêvî dikim ku pêşbirkeke xweş be”

Werzişker Şara Akbayin da zanîn ku ew dê piştî vê pêşbirkê xwe ji bo Ewropayê amade bikin û got:

“Em wekî tîma werzişên xwezayê ya Ataşehirê ji Stenbolê hatine.

Ez bi eslê xwe ji Dêrsimê me û kêfxweş im ku hatime warê xwe.

Bi pêşbirkên Kupaya Tirkiyeyê ya Raftingê dê werzişvan bên hilbijartin û em dê beşdarî Şampiyonaya Ewropayê ya li parêzgeha Rizeyê jî bibin.

Hêvî dikim ku pêşbirkeke xweş be.”

Tîma bi serkeve dê beşdarî Şampiyonaya Ewropayê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst