Pir bi ser xeta trênê de hilweşiya: Herî kêm 7 kes mirin

01-06-2025
RÛDAW
Nîşan Rûsya Pir Trên
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rayedarên Rûsyayê ragihand ku piştî ku li ser sînorê Ukraynayê pirek bi ser xeta trênê de hilweşiya herî kêm 7 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Saziya Rêyên Hesinî ya Rûsyayê da zanîn ku ev bûyer ji ber “destwerdaneke neyasayî” çêbûye.

Berpirsan diyar kir ku trêneke ku ji bajarokê sînorî yê Rûsyayê Klimovoyê ber bi Moskowa paytext ve diçû ji rê derketiye.

Vîdeoyên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, karmendên hawarçûnê nîşan didin ku li cihê bûyerê ji bo ku trêneke ser bi saziya Rêyên Hesinî ya Rûsyayê derxin dixebitin.

Parêzgarê herêma Bryanskê Aleksander Bogomaz jî li ser Telegramê nivîsî, “Ji ber hilweşîna pirekê bi ser xeta trênê de 7 kes mirine.”

Aleksander Bogomaz her wiha da zanîn ku 3 ji wan zarok herî kêm 69 kes jî birîndar bûne.

Saziya Rêyên Hesinî ragihand, di navbera Klimovo û Moskowê de trênêk ji ber hilweşîna beşek ji pira ser rê ya di encama destwerdaneke neyasayî ji rê derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst