Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek eyaletên Hindistanê ji ber barana gur herî kêm 26 kes mirin.
Li Hindistanê bi destpêkirina demsala musonê re şertên hewayê tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Peywirdaran wî welatî ragihand ku li rojhilatê bakurê welêt li eyaletên Assam, Arunaçal, Pradeş, Mîzoram û Trîpurayê ji ber barana gur û her wiha lehî û hezazan herî kmêm 26 kes mirin.
Daîreya Meteorolojiya Hindistanê (IMD) jî hişyarî da ku li herêmê taviya baranê dê di rojên bê de jî bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse