Baran û bahozê Hindistan wêran kir, herî kêm 30 mirî

1 demjimêr berê
Nîşan Bahoz Baran Hindistan Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Uttar Pradeshê ya li bakurê Hindistanê, ji ber ba, bahoz û barana dijwar herî kêm 30 kes mirin.

Berpirsan ragihand ku felaketa şeva borî bandoreke mezin li gelek deveran kiriye.

Li navçeya Bhadohiyê, ji ber bahozê 15 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê sivîl ê navçeyê Shailesh Kumar diyar kir ku ji ber bayê tund dar û stûnên karebayê ketine û ev yek bûye sedema mirina xelkê.

Li navçeya Fatehpûrê jî 9 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Polîsên herêmê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku tîmên wan bi berdewamî çavdêriya rewşa wan deveran dikin ku zerer dîtiye.

Bandora li ser paytextê

Li gorî amaran, li navçeya Budaunê 5 kes mirine û li navçeya Sonbhadrayê jî kesek miriye.

Ajansa nûçeyan a Hindistanê (PTI) ragihand ku ev mirin hemû bi bûyerên girêdayî bahozê re pêwendîdar in.

Her wiha barana dijwar li Delhiya paytext jî bariya û bandoreke neyînî li trafîka balafiran a li Balafirgeha Navneteweyî ya Indira Gandhiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst