Melania Trump naçe Çînê

1 demjimêr berê
Nîşan Melania Trump Donald Trump Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku hevjîna Serokê Amerîkayê Donald Trump, Melania Trump dê bi wî re neçe Çînê.

Li gorî nûçeya South China Morning Postê (SCMP), ofîsa Melania Trumpê daxuyaniyek da û diyar kir ku "First Lady dê vê carê tevlî seferê nebe."

Melania Trump, di serdema yekem a desthilata Serokê Amerîkayê de, sala 2017an tevlî serdana Pekînê bûbû.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, ji malbatê Eric Trump kurê Trump û Lara Trumpa bûka Trump dê di serdanê de bi Serok re bin.

Şandeyeke berfireh bi Trump re ye

Trump bi şandeyeke berfireh a ji navên siyasî û nûnerên şirketên Amerîkayê pêk tê diçe Çînê.

Serdan îro dest pê dike û dê heta 15ê Gulanê bidome.

Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Nûnerê Bazirganiyê Jamieson Greer û Misteşarê Koşka Spî Stephen Miller dê di serdanê de cih bigirin.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent jî dê îro piştî temambûna dan û standinên aborî û bazirganiyê yên bi Çînê re yên li Seula paytexta Koreya Başûr, berê xwe bide Pekînê û tevlî şandeyê bibe.

Her wiha şandeyeke kar a ji patron û nûnerên 17 şirketên Amerîkayê pêk tê ku Tesla, Apple û Nvidia jî di nav wan de ne, bi Trump re diçin Çînê.

Tê pêşbînîkirin ku Trump îro bigihe Pekînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst