Rayedarekî Amerîkî ji Rûdawê re axivî: Kurdan dest nedaniye ser çekan

53 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Şer Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarekî parastinê yê Amerîkayê ji Rûdawê re eşkere kir ku ew îdiayên dibêjin "komên Kurdan dest daniye ser çekên ku ji bo xwenîşanderên li dijî hikûmeta Îranê diçûn" bêbingeh in.

Ev daxuyanî rasterast bi îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump re nakok e.

Rayedarê parastinê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, bersiva pirsên Rûdawê yên li ser îdiayên ku "Kurdên navbeynkar dest daniye ser wan çekên ku ji bo xwenîşanderên Îranî diçûn" da û got, "Ev nûçe ne rast in, em rewşeke bi vî rengî naşopînin."

Ev nirxandin piştî daxuyaniyên Trump ên roja duşemê hat ku ew ji rojnamegeran re axivîbû û careke din Kurd bi destdanîna ser wan çekan tohmetbar kiribûn ku diviyabû ji xwenîşanderan re biçûna.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû:

"Gelê Îranê dixwaze derkeve kolanan lê çekên wan nînin. Me wisa difikirî ku dê Kurd çekan bidin wan lê Kurdan em bêhêvî kirin. Kurd tenê distînin, distînin, distînin... Ez di mijara Kurdan de bêhêvî bûm."

“Ew çek ti carî negihîştin”

Li aliyê din, çavkaniyeke din a ku haya wî ji mijarê heye ji Rûdawê re da zanîn ku Amerîkayê şandina çekan a ji bo xwenîşanderên Îranî nirxandiye lê ev çek ti carî negihîştine ne komên Kurdan ne jî sivîlên li nav Îranê.

Li gorî heman çavkaniyê, ew çek li baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn tên depokirin û ti carî ji kontrola Amerîkayê derneketine.

Ev îdia xwe dispêrin wan xwenîşandanên berfireh ên ku dawiya meha Kanûna Pêşîn li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn û di salên dawî de bûbûn yek ji wan metirsiyên herî mezin ên li ser birêvebiriya Tehranê.

Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê bi guleyên rastî midaxeleyî xwenîşandanan kiriye û bi deh hezaran kes hatine kuştin an jî desteserkirin.

 “Alîkarî di rê de ye”

Trump ji meha Kanûna Paşîn ve bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê piştgirî dabû xwenîşanderên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û peyamên "Alîkarî di rê de ye" parve kiribûn.

Bi taybetî di dema qutbûna înternetê de, piştî belavbûna vîdeoyên kîsên terman ên ku dihat îdiakirin li morgeke Tehranê hatine girtin, ev pirs ketibû rojevê ka gelo birêvebiriya Amerîkayê alîkariyeke rasterast daye xwenîşanderan an na.

Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya 5ê Nîsanê ya bi nûçegihanê Fox Newsê Trey Yingst re de îdia kiribû ku birêvebiriya wî bi rêya Kurdên navbeynkar gelek çek ji xwenîşanderan re şandine lê ji ber ku Kurdan ev çek ji xwe re hiştine negihîştine armanca xwe.

Hewldanên Rûdawê yên wê demê yên ji bo Koşka Spî da ku mijarê zelal bike û bizanibe ka mebest kîjan komên Kurdan in, bêbersiv mabû.

Hefteyên borî pirsa Rûdawê ya ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re ya li ser wê yekê ka kîjan komên Kurdan çek wergirtine û gelo dê ev çek bi paş de werin standin an na jî bêbersiv mabû.

Rubio li şûna ku bersiva îdiayên şandina çekan bide, tercîh kiribû ku balê bikişîne ser têkoşîna azadiyê ya gelê Îranê û zextên ku ew rastî wan tên.

Roja duşemê ji saziyên fermî yên ku Rûdawê xwe gihandibû wan tenê rayedarekî leşkerî bersiv da û bi zimanekî tekez diyar kir ku veguhastineke çekan a bi vî rengî nehatiye şopandin.

Koşka Spî jî bersiv neda pirsên hûrgilî û Rûdaw ber bi daxuyaniyên giştî yên Trump ve şand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst