Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Seroka Şaredariya Arcadiayê ya li eyaleta Californiayê ya Amerîkayê Eileen Wangê qebûl kiriye ku li ser navê hikûmeta Çînê çalakiyên neqanûnî kirine û dev ji karê xwe berdaye.
Wangê meha nîsanê ew tohmet qebûl kir ku li ser navê hikûmeta Çînê sîxuriya neqanûnî kiriye û dev ji kar berda.
Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Los Angelesê, Wang bi tohmeta ku li ser navê hikûmeteke biyanî wekî "ajan" tevgeriyaye, li dadgeha federal derket pêşberî dadwer.
Wang sala 2022yan wekî şaredara bajarê Arcadiayê yê ku nifûsa wê 56 hezar e hatibû hilbijartin.
Ew niha bi 25 hezar dolar kefalet hatiye berdan.
Li ser înternetê weşan kiriye
Wang bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku bêyî agahdarkirina hikûmeta Amerîkayê, bi fermana rayedarên Çînî li ser înternetê naverokên ku piştgiriyê didin îdareya Pekînê parve kirine.
Parêzerên Wangê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku muwekîla wan cidiyeta tawanê qebûl dike û ji ber "xeletiyên xwe yên şexsî yên berê" berpirsyariyê hildigire ser xwe.
Di belgeyên dadgehê de hûrgiliyên li ser wê yekê cih girt ku Wang û sîxurê din ê bi navê Yaoning "Mike" Sun, ji sala 2020î heta 2022yan ji bo piştgiriya berjewendiyên Çînê li Amerîkayê xebatên propagandayê kirine.
Di belgeyan de hat destnîşankirin ku van kesan malpera nûçeyan a bi navê "US News Center" a ku ji bo Amerîkiyên bi eslê xwe Çînî weşanê dike bi rê ve biriye.
Her wiha hat diyarkirin ku di vê malperê de bi fermana rayedarên Çînî naverokên ku piştgiriyê didin îdareya Pekînê hatine weşandin.
Di belgeyan de hat îdiakirin ku John Chenê ku wekî rayedarekî pilebilind ê hikûmeta Çînê tê pênasekirin, ji Wangê xwestiye ku naverokekê biweşîne.
Hişyariya FBIyê
Alîkarê Dîrektorê Daîreya Dijîstixbarat û Sîxuriyê ya FBIyê Roman Rozhavsky di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:
"Bi lixwemikurhatina Eileen Wangê bi xwe, derket holê ku wê bi dizî xizmeta berjewendiyên hikûmeta Çînê kiriye."
Rozhavsky destnîşan kir ku divê ev bûyer wekî hişyariyeke eşkere bê dîtin û li pey çû:
"Ew kesên ku li ser navê hikûmetên biyanî hewl didin bandorê li demokrasiya Amerîkayê bikin dê bên tesbîtkirin, lêpirsîn dê li ser wan bê kirin û ew dê derkevin pêşberî dadgehê."
Cezayê girtîgehê
Chen Çiriya Paşîn a 2024an tawanên wergirtina bertîlê û sîxuriya neqanûnî ya li ser navê Çînê qebûl kiribûn û cezayê 20 mehan ê girtîgehê lê hatibû birîn.
Hevkarê Wangê Sun jî Çiriya Pêşîn a 2025an qebûl kiribû ku wekî ajanê biyanî tevgeriyaye û cezayê 4 salan ê girtîgehê lê hatibû birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse