Di xwepêşandanên Fransayê de zêdetirî 1300 kesan hatin desteserkirin

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Fransa Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di şeva çaremîn a xwepêşandanên ku li Fransayê ji ber kuştina ciwanekî 17 salî dest pê kir, zêdetirî 1300 kesan hatin desteserkirin û 79 polîs û cendirme jî birîndar bûn.

Piştî ku Nahel M. ê 17 salî li banliyeya Nanterre ya Parîsê bi hinceta ku guh nedaye hişyariya polîsan bi guleyan hat kuştin û piştî wê bûyerê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin ku li gelek bajarên Fransayê belav bûye.

Di xwepêşandanên şeva Înê de li bajarên Marsîlya, Lyon, Toulouse, Strasbourg û Lille jî di nav de avahî û wesayît hatin şewitandin û dikan hatin talankirin.

Li gorî nûçeya ku çapemeniya Fransayê dispêre amarên Wezareta Navxwe ya Fransayê di xwepêşandanan de 1311 kes hatine desteserkirin û 79 polîs û cendirme jî birîndar bûne.

Li bajarên cuda bi şev 1350 wesayît hatin şewitandin, 234 avahî jî hatine şewitandin an jî zirar dîtin.

2 hezar û 560 avahî û cihên dewletê hatine şewitandin û herî kêm 30 navendên polîsan û 11 baregehên cendirmeyan rastî êrîşa xwepêşandanan hatin.

Xwepêşandan piştî xwepêşandanên Êleg Zeran krîza herî mezin e ku di dema erka Serokê Fransayê Emmanuel Macron pê re rû bi rû maye.

Macron piştî civîna awarte ya roja Înê daxuyaniyek da û got ku dê zêdetir polîs ji bo rêgirtina xwepêşandanan werin erkdarkirin lê rewşa awarte ranegihand.

Çi bibû?

Li Nanterre ya Fransayê di 27ê Hezîranê de ji ber şofêrê otomobîlekê guh neda hişyariya "raweste" ya polîsekî û wî polîsî gule li otomobîla ku 3 kes tê de bûn reşandin, di encamê de şofêrê 17 salî canê xwe ji dest da.

Lêpirsîn li ser bûyerê hat destpêkirin, polîsê ku navê wî nehat eşkerekirin piştî ku xwe radest kir bi kuştinê hat tawanbarkirin û hat desteserkirin.

Polîsê ku navê wî nehate eşkerekirin ji malbata xortê 17 salî lêborîna xwe xwest lê kesên ku bertek nîşanî kuştina Nahel dan li bajarên cuda yên Fransayê derketin kolanan û bi polîsan re pevçûn.

Li aliyê din çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn diyar kirin ku cenazeyê wî ciwanî dê derengiya îro Şemiyê were veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst