Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji qonaxa tundkirina xalên kontrolê yên li ser sînoran, danîna têlbendên karebayî derbas bûne û derbasî qonaxa dersînorkiirna koçberan bûne.
Serkirdeyên YEyê beriya bi hefteyekê li Bruksela paytexta Belçîkayê civiyan.
Hat zanîn ku yek ji mijare sereke ya serkirdeyan jî vegerandina koçberên “neyasayî” bû.
Siyasetmedarê Portugalî Antonio Leitao Amaro ji medyaya welatê xwe re îdia kir ku Portugal yek ji wan welatan e ku di nav YEyê de herî kêm koçberên neyasayî dersînor kirine.
Gelo ev îdiaya siyasetmedarê Portugalî rast e?
Wezîrê Portugalê Antonio Leitao Amaro yê Partiya Sosyal Demokrat a desthilatê ye ragihand ku Partiya Sosyalîst di heyama nêzîkî 8 salan a desthilata xwe ya di navbera salên 2015-2024an de, di têkoşîna dijî koçberiya neyasayî de bi ser neketiye.
Amaro eşkere kiribû ku Portugal yek ji wan welatan e ku herî kêm koçberên neyasayî ji welatê xwe dersînor kirine.
Gelo li Portugalê amarên dersînorkirina koçberan li gorî welatên din ên YEyê di çi astê de ne?
Malpera Euronewsê amarên koçberên ku hatine dersînorkirin û wan welatên YEyê yên ku koçber ji wan hatine dersînorkirin belav kirin.
Malperê amarên Eurostatê belav kirin, Eurostat Saziya Amaran a YEyê ye û navenda wê li Luksemburgê ye.
Portugal di rêzên dawî de ye
Portugal bi awayekî berdewam di nav wan welatan de ye ku rêjeya dersînorkirina koçberan lê herî kêm e.
Li gorî amarên herî dawî yên ku hemû welatên YEyê li xwe digirin aîdî çaryeka sêyem a sala 2024an in, Slovakyayê bi 55 kesan herî kêm koçberên neyasayî dersînor kirine.
Li pey wê jî Slovenya tê ku wê 80 kes dersînor kirine û Portugalê jî 85 dersînor kirine.
Li aliyê din, di lîsteyê de Fransa bi dersînorkirina nêzîkî 4 hezar kesan di rêza yekem de ye û li pey wê jî Almanya û Spanya tên.
Her du welatan jî zêdetirî 3 hezar penaberên ku xwe li welatên wan girtine dersînor kirine.
Li gorî Eurostatê, di çar mehên yekem a sala 2025an de, Fransa, Almanya û vê carê Qibrisa Başûr herî zêde koçberên neyasayî dersînor kirine.
Luksemburg, Slovenya û Slovakya jî di rêzên herî dawî de cih girtiye.
Amarên Portugalê yên ji bo van 4 mehan hîn li ser malpera Eurostatê nehatine belavkirin lê belê ew welat ji sala 2022yan ve bi giştî di dawiya lîsteyê de cih digire.
Amar nîşan didin ku YEyê bi giştî hewlên xwe yên ji bo rêlibergirtina koçberiya neyasayî zêde kirine.
Li gorî amarên nû, di sê mehên yekem ên sala 2024an de, ji bo 123,905 kesên ku ne welatiyên YEyê ne biryara derketinê hatiye dayîn.
Ji vê hejmarê 28,475 kes ji bo welatên xwe hatine vegerandin.
Ev amar li gorî heman dema sala 2024an nîşan didin ku hejmara biryarên dersînorkirinê ji sedî 18,4 û hejmara kesên ku hatine dersînorkirin jî ji sedî 6,4 zêde bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse