Yekîtiya Ewropayê derî li ber penaberên Sûriyeyî digire

04-12-2025
RÛDAW
Nîşan UNHCR Yekîtiya Ewropayê Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) mercên mafê penaberiyê yên ji bo welatiyên Sûriyeyê nû kirin.

Li gorî mercên nû, wergirtina mafê manê ji bo piraniya Sûriyeyiyan zehmet dibe û tê gotin ku êdî "metirsî li ser dijberên Esed nemaye."

Yekîtiya Ewropayê mercên nû yên ji bo daxwazên mafê penaberiyê yên welatiyên Sûriyeyê belav kirin.

Ev guherîn salek piştî rûxîna desthilata Esed û wekî encama "rewşa nû ya Sûriyeyê" hatin kirin.

Li gorî Ajansa Mafê Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA), hejmara Sûriyeyiyên ku daxwaza mafê penaberiyê dikin bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Çiriya Pêşîn a 2024an 16 hezar Sûriyeyiyan ji bo mafê penaberiyê serlêdan kiriye di Îlona 2025an de ew herjmar daketiye 3 hezaran.

Tê pêşbînîkirin ku ev guherîn bandorê li encama daxwaznameyên nêzîkî 110 hezar Sûriyeyiyên ku hîn li benda biryara penaberiyê ne bike.

"Dijberên Esed êdî ne di bin metirsiyê de ne"

Ajansa Yekîtiya Ewropayê ya Kar û Barên Penaberiyê ragihand ku dijberên Esed û kesên ji xizmeta leşkerî reviyane "êdî ne di bin metirsiya çewisandinê de ne" û lewma eger heye ku mafê manê wernegirin.

Ajansê amaje bi wê yekê da ku dibe komên din di Sûriyeya piştî Esed de wekî "kesên di bin metirsiyê de" bên dîtin.

Di nav van de kesên ser bi hikûmeta berê û endamên pêkhateyên olî û neteweyî yên wekî Elewî, Mesîhî û Durziyan hene.

Her çi qasî biryarên li ser daxwazên penaberiyê li ser asta niştimanî bên dayîn jî mercên ajansê ji bo agahdarkirina 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, her wiha Norwêc û Swîsreyê tên bikaranîn.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku Adara 2011an dest pê kir, bû sedema kuştina nêzîkî nîv milyon kesan û nîvê niştecihên welêt koçber bûn ku hejmara wan 23 milyon kes bû.

Zêdetirî 5 milyon Sûriyeyî wekî penaber ji welêt reviyan.

Her çi qasî piraniya wan çûn welatên cîran ên wekî Tirkiyeyê jî gelek ji wan berê xwe da Ewropayê ku bû sedema krîza penaberan a sala 2015an.

Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê ragihand ku rewşa Sûriyeyê piştî rûxîna Esed ji dawiya sala borî ve "baştir bûyî lê ne aram tê dîtin" û "tundiya li hinek cihên welêt didome."

Komên di bin metirsiyê de

Piştî ku Esed destpêka Kanûna Pêşîn a 2024an di êrişeke komên çekdar de ji kar hat dûrxistin, hêviyeke zêde di nav Sûriyeyiyan de çêbûbû.

Lê belê kuştina mezhebî ya li dijî endamên pêkhateyên Elewî yên li navçeyên peravê yên Sûriyeyê û li dijî Durziyan li parêzgeha Siwêdayê ya li başûr di destpêka îsal de, bû sedema mirina bi sedan kesan.

Lê Ajansê dîsa jî ragihand ku ew niha Şama paytext wekî "ewle" dibînin.

Her wiha Ajansê amaje bi du komên din kir ku li Sûriyeyê dijîn û pêwîst e wekî "hêjayên wergirtina mafê penaberiyê" bimînin.

 Ew jî kesên LGBTQ+ û ew Filistîniyên li Sûriyeyê ne ku êdî alîkarî yan parastina Neteweyên Yekbûyî wernagirin.

Li gorî Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), piştî dûrxistina Esed, zêdeyî milyonek kes vegeriyane Sûriyeyê û nêzîkî du milyon koçberên navxweyî vegeriyane herêmên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst