Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ji bo Elon Musk got, ew xemgîn e ku Musk "serweriya" xwe ya di sektora wesayîtên elektrîkî de winda kiriye lê dibe ew "gelek tiştên zêdetir jî winda bike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ber Koşka Spî ji rojnamegeran re axivî.
Karsaz Elon Musk rêziknameya Trump a kêmkirina bacê ya bi navê "Pêşnûmeyasayeke Mezin a Xweş" ji ber lêçûna wê ya bilind rexne kiribû.
Trump li ser vê yekê got ku ew xemgîn e ji ber ku Musk di sektora wesayîtên elektrîkî de "serweriya" xwe winda kiriye û "dibe ku ew gelek tiştên zêdetir jî winda bike."
Trump bal kişand ser Departmana Berhemderiya Hikûmetê (DOGE) ya ku bi armanca "pêşîlêgirtina îsrafa federal" hatibû avakirin û Musk demekê şêwirmendî jê re kiribû û got:
"Dibe ku DOGE wekî cinawirekî vegere û neçar bimîne Elon bixwe."
Gelo dê were dersînorkirin"
Trump li ser pirsa ka gelo dê Musk were dersînorkirin an na got, "Nizanim, divê em lê binêrin."
Karsazê Amerîkî Elon Musk bi eslê xwe ji Afrîkaya Başur e.
Musk jî li ser tora civakî ya Xyê wiha nivîsî, "Ewên ku banga kêmkirina lêçûnan dikir, niha deng dane vê pêşnûmeqanûnê û divê piştî vê yekê serê xwe ji şerman bitewînin.
Sala bê jî dê di hilbijartinên pêşîn de têk biçin," mebesta Musk endamên Kongresa Amerîkayê ye.
Agirbesta li Xezeyê
Derbarê agirbesta li Xezeyê de, Trump got, "Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de çêbibe û em li bendê ne ku hefteya bê pêk were. Em dixwazin dîlgirtiyan paşde vegerînin."
Trump ragihand ku ew dê di serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya hefteya bê de, li ser Xeze û dîlgirtiyan biaxivin.
Êrişên li Îranê
Li aliyê din, derbarê êrişên li Îranê Trump amaje pê kir ku Amerîkayê li Îranê serkeftineke bêhempa bi dest xistiye.
Trump da zanîn ku êdî ji bo êrişa Amerîkayê ya li Îranê dikare pênaseya "tunekirinê" bê bikaranîn.
Trump her wiha ragihand ku Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (AEAN) gotiye ku ew nikarin bikevin cihê ku êriş lê pêk hatiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse