Mîrze Edîs: Divê perwerdeya bi zimanê dayîkê li Sûriyeyê bibe merc

1 demjimêr berê
Zinar Şîno
Zinar Şîno û Mîrze Edîs / Wêne: Rûdaw
Zinar Şîno û Mîrze Edîs / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mîrze Edîs Almanya Sûriye Rojavayê Kurdistanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê yê Partiya Çep (Die Linke) Mîrze Edîs ragihand ku nabe Almanyayê serdana serokê nû yê Sûriyeyê bêmerc qebûl bikira û got, “Divê perwerdeya bi zimanê dayîkê bibe mercê aştiyê yê Sûriyeyê.”

Nexşeya siyasî ya Sûriyeyê diguhere û li Almanyayê jî nîqaşên germ li ser pêwendiyên bi desthilata nû re hene.

Parlamenterê Almanyayê Mîrze ji Rûdawê re axivî, rexneyên tund li hikûmeta welatê xwe girtin û mafên Kurdan ên li Sûriyeyê nirxandin.

Mîrze Edîs eşkere kir ku nabe ti hevkarî bi Sûriyeyê re hebe heta ku mafên Kurdan û perwerdeya bi zimanê dayîkê neyên misogerkirin.

"Mafên Kurdan bibin mercê hevkariyê"

Mîrze Edîs anî zimên ku çûna Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer a Almanyayê bêyî ti şertan xeletiyek bû û got:

"Divê ev were rexnekirin. Hikûmeta Federal a Almanyayê qala van mijarên krîtîk nekir.

Ango eger Friedrich Merz an jî Hikûmeta Federal bixwaze pêwendiyan bi Sûriyeyê re deyne û hevkariyê bike, divê hikûmet vê yekê wekî şertekî bibîne.

Tenê eger Kurd mafên xwe bi dest bixin, kêmneteweyên li Sûriyeyê mafên xwe wergirin û karibin li dibistanan bi zimanê dayîkê bixwînin, wê demê hevkarî dibe."

"Yê ku mafan nede cihê wî li Almanyayê nîne"

Mîrze Edîs tekez kir ku nabe têkiliyên Almanyayê û Sûriyeyê bêyî ti merc û daxwazan bidomin û got:

"Lewma kesê ku mafên Kurdan û kêmneteweyên li Sûriyeyê nede, cihê wî li Almanyayê nîne."

Parlamenterê Almanyayê li ser pirsa ku gelo hikûmet dikare çi bike jî wiha axivî:

"Ez nikarim bi hûrgilî bibêjim ka hikûmet dikare çi bike, ji ber ku ez di mixalefetê de me. Lê me daxwazên xwe diyar kirine.

Beriya ku mirov bi Sûriyeyê re dest bi dan û standinan bike, divê mirov piştrast bibe ku kêmnetewe mafên xwe diparêzin û dikarin bi zimanê xwe biaxivin.

Heta ku ev yek pêk neyê, nabe ku ti pêwendyên Almanya û Hikûmeta Federal a Almanyayê bi Sûriyeyê re hebe."

"Zimanek mirovek e, du ziman du mirov in"

Mîrze Edîs mînaka Tirkiyeyê jî da û wiha domand:

"Bê guman me bi dehan salan mînaka vê yekê li Tirkiyeyê dît ku li dibistanan destûr nedidan mirov bi Kurdî biaxivin û fêr bibin.

Niha di vê pêvajoya aştiyê de ku di navbera dewleta Tirkiyeyê û nûnerên Kurdan de tê meşandin, yek ji mercên sereke ew e ku li dibistanan perwerdeya bi Kurdî hebe.

Em her tim dibêjin, zimanek mirovek e, du ziman du mirov in. Ji ber vê yekê divê ev daxwaz ji bo Sûriyeyê jî derbasdar be.

Me dît ku li Tirkiyeyê ji ber ku Kurdan nedikarî zimanê xwe fêr bibin, ev yek bû sedema parçebûna civakê."

"Em nikarin ji Kurdan re bibêjin kêmnetewe"

Mîrze Edîs di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hejmara Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Yê ku bixwaze li welatekî jiyaneke aştiyane bimeşîne, divê mafên hemû kêmnetewe û piraniyan biparêze.

Em nikarin li Sûriyeyê ji bo Kurdan bibêjin 'kêmnetewe', ji ber ku bi milyonan Kurd li wan herêman dijîn.

Lewma divê li welêt ji bo her kesî mafên wekhev hebin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst