Akademîsyena Kurd li Mîlanoyê ji jinan re pêşengî kir

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Nurgul Çokgezîci Mîlano Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê, di çarçoveya "Kampanyaya Çalakvaniyê ya 16 Rojî" ya li dijî tundiya li ser jinan de konferanseke navneteweyî hat lidarxistin.

Ev konferansa dîrokî ji aliyê akademîsyena Kurd Prof. Dr. Nurgul Çokgezîciyê ve hat organîzekirin û jinên ji çar aliyên cîhanê anîn cem hev.

Çalakî li Lîseya IIS Galileo Galilei Luxembourgê hat lidarxistin.

"Xwediyê Xelata Nobelê vekir"

Konferans bi beşdariya Sasha Romantsovayê dest pê kir ku Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2022yan wergirtibû.

Sasha Romantsova ji Ukraynayê beşdarî bernameyê bû û bal kişand ser mafên mirovan.

Her wiha nûnera USR Lombardia Giuseppina Laconca û Birêvebira Dibistanê Anna Borando jî axaftinên vekirinê kirin.

Berxwedana jinên Kurd

Prof. Dr. Nurgul Çokgezîciyê di konferansê de li ser mijara "Hêza jinên Kurd û qîmeta entegrasyonê" gotarek pêşkêş kir.

Nurgul Çokgezîciyê kûrahiya dîrokî ya berxwedana jinan a li Kurdistanê ji beşdaran re vegot.

Akademîsyena Kurd mînak ji zarokatiya xwe dan û bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di têkoşîna çandî û civakî de.

Di wê rûniştinê de berhemên hunermendên Kurd hatin nîşandan û xwendekaran helbest xwendin.

"Dengê Venezuelayî û Îraniyan"

Parlamentera Venezuelayî ya sirgûnkirî Mariela Magallanes jî behsa zehmetiyên siyasetmedariya jin a di welatekî di bin kontrola torên hişbirê de kir.

Çalakvana Îranî Rayhaneh Tabriziyê jî derket ser dikê û behsa têkoşîna rêxistinkirî ya jinên Îranî ya ji bo azadiyê kir.

Eleqeya ciwanan zêde bû

Di konferansê de nûnerên rêxistina jinan a herî mezin a Ukraynayê, nivîskar, çalakvan û nûnerên Wezareta Perwerdeyê ya Îtalyayê amade bûn.

Xwendekaran eleqeyeke mezin nîşanî konferansê da û bi pirsên xwe beşdarî nîqaşan bûn.

Organîzekirina vê çalakiyê ji aliyê akademîsyeneke Kurd ve rastî pesnê beşdarên navneteweyî û rayedarên Îtalyayê hat.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst