Gelo Almanya dê karibe pêşî li pêla nû ya koçberan bigire?

02-08-2025
RÛDAW
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Almanya Yûnanistan Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Gelek koçberên Kurd li Ewropayê bi baldarî nûçeyan dişopînin. Ew li ser eşkerebûna tilîmor û dersînorkirina wan koçberan disekinin ku li welatekî Ewropayê daxwaza penaberiyê dikin û paşê diçin welatekî din.

Heta beriya Brexitê, Brîtanya jî di nav vê sîstemê de bû. Ew sîstem rê nedida ku kesek li du welatan daxwaza penaberiyê bike.

Wekî mînak, eger tilîmora kesekî li Yûnanistanê hatibe girtin, ew nedikarî paşê biçe Brîtanyayê û li wir jî daxwazê penaberiyê bike.

Niha ev rêgez ji bo Brîtanyayê nemaye. Lê ji bo welatên wekî Almanya, Holanda û Swêdê ev sîstem hîn jî didome.

Di van demên dawî de rêbazeke nû derketiye holê. Kesek li Yûnanistanê mafê manê werdigire, paşê bi pasaporta penaberiyê ya Yûnanistanê bi awayekî yasayî tê Almanyayê û li vir careke din daxwaza mafê penaberiyê dike.

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê amarên nû belav kirine.

Li gorî van amaran, ji destpêka îsal heta meha gulanê, nêzîkî 8 hezar kesên bi destûra rûniştinê ya Yûnanistanê hatine Almanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Sala borî bi giştî 26 hezar kesên bi destûra Yûnanistanê hatibûn Almanyayê.

Ji aliyê yasayî ve, heta ku tilîmora van koçberan eşkere nebe, Almanya nikare rê li ber hatina wan bigire.

Ji ber vê yekê, niha li ser rêyên pêşîgirtina li vî awayê koçberiyê nîqaş tên kirin.

Li gorî Peymana Dublinê, divê welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) wan koçberan ji nû ve qebûl bikin ku tilîmora wan cara yekem li welatê wan hatiye tomarkirin.

Lê di pratîkê de, hemû welat bi temamî bi vê peymanê ne pêbend in.

Li gorî amarên Banka Agahiyên Penaberan a Ewropayê (AIDA), sala borî Almanyayê daxwaz ji welatên din ên YEyê kiribû ku nêzîkî 75 hezar koçberan vegerînin.

Ji wê hejmarê, tenê 5 hezar û 827 kes hatin qebûlkirin lê welatên din jî nêzîkî 15 hezar doz şandin ji bo Almanyayê. Ji wê hejmarê, Almanyayê 4 hezar û 592 koçberên dersînorkirî ji nû ve qebûl kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst