Amerîkayê ambargoya çekan li ser Qubrisê rakir

02-09-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Qubris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê qedexeya firotina çekan li ser Qubrisê rakir û Tirkiye jî biryara Amerîkayê rexne dike. 33 sal e Amerîkayê ambargoya çekan daniye ser Qubrisê, lê roja Sêşemê Amerîkayê ew ceza li ser Qubrisê da alî û Serokê Qubrisê jî pêşwazî li wê biryarê kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Qubrisa Bakur Nikos Anastasiadis de ew ji biryara Amerîkayê ya rakirina qedexeya firotina çekan li ser Qubrisê agahdar kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bi dijwarî rexneyan li wê biryara Amerîkayê digre û dibêje, ew biryar bandoreke xirab li rêbaza çareserkirina pirsgirêkên Qubrisê dike, lewra divê Amerîka careke din wê biryarê di ber çav re derbas bike.

Ev biryara Amerîkayê di demekê de ye ku niha peywendiyên Tirkiyê ligel Qubrisê xirab in, Qubris ligel Yunanê du ji wan welatan in ku bi tundî dijî hewldanên Tirkiyê yên gera bi pey enerjiyê de li rojhilatê Deryaya Spî rawestiya ne.

Tirkiye jî dibêje ku alozî niha li Deryaya Spî zêde dibin, hewldanên bo kêmkirina wan aloziyan berdewam in, lê Amerîkayê bi vê biryarê wiha kiriye ku aştî û aramiya navçeyê bikeve metirsiyê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ligel Serokê Qubrisê Nikos Anastasiadis axifî ye û biryara nû ya Amerîkayê jê re ragihandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst