Rûsya: Me 164 dronên Ukraynayê xistin xwarê

02-11-2025
Nîşan Rûsya Ukrayna Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku sîstemên wan ên parastina asmanî şeva borî li herêmên cuda û li ser Deryaya Reş û Deryaya Azovê 164 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Ukraynayê bi dronan êrişî axa Rûsyayê kiriye.

Li Rostovê 2 kes birîndar bûn

Parêzgarê Herêma Rostovê Yuriy Slyusar di daxuyaniyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di encama êrişa dronan de 2 kes birîndar bûne.

Li Bendera Tuapseyê şewat derket

Li gorî daxuyaniya navenda operasyonan a herêma Krasnodarê, di encama êrişa dronan de li Bendera Tuapseyê ya li perava Deryaya Reş şewat derketiye.

Hat diyarkirin ku di şewatê de zerer gihiştiye 2 keştiyên biyanî lê ti ziyanên canî çênebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst