Rûsya: Li Moskow û gelek deverên din 103 dronên Ukraynayê hatin xistin

10-06-2025
Nîşan Rûsya Ukrayna Şer Dron Xistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan di şevekê de li gelek herêmên wekî Moskow û Lenîngradê 103 dronên Ukraynayê dane erdê.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di navbera saet 21:50 û 05:50î de dronên Ukraynayê yên bi rengê balafiran xistine xwarê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li herêma Moskowê 3 dron hatine xistin.

Her wiha hat eşkerekirin ku li Tataristanê 4, li herêma Lenîngradê 2, li herêma Smolenskê dronek û bi tevahî 102 dron hatine xistin.

Wezaretê di daxuyaniyeke din got ku li derdora saet 07:00an droneke din a Ukraynayê jî li herêma Lenîngradê hatiye xistin û hejmara dronên xistî bûye 103.

Li hêla din, Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihand ku artêşa Rûsyayê bi 7 mûşek û 315 dronan êrişî ser Ukraynayê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst