Hezar û 13 Îraqî û Sûriyeyiyan li Fînlandayê mafê penaberiyê xwestiye

02-12-2025
Niyaz Mistefa
Nîşan Fînlanda Artêşa Sûriyeyê Îraq Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Koçê ya Fînlandayê eşkere kir ku îsal hezar û 13 kesên Îraqî û Sûriyeyî mafê penaberiyê ji Fînlandayê xwestiye.

Ev hejmar par hezar û 391 bû.

Ajansa Koçê ya Wezareta Karên Navxwe ya Fînladayê, pirsên Rûdawê bersivandin.

Ajansê ragihand ku îsal 651 daxwazên mafê penaberiyê yên ji aliyê welatiyên Îraqê û 362 jî ji aliyê welatiyên Sûriyeyê ve hatine pêşkêşkirin.

Daxwaza 272 kesan hat redkirin

Ajansê di bersiva xwe ya Rûdawê de diyar kir ku wan îsal daxwazên 439 Îraqî û 215 Sûriyeyiyan qebûl kirine.

Li hemberî vê yekê, daxwazên 221 kesên Îraqî û 51 daxwazên kesên Sûriyeyî hatine redkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku niha 200 daxwazên welatiyên Îraqê û 225 daxwazên welatiyên Sûriyeyê di qonaxa nirxandinê de ne û li ber destên wan in.

Amarên dersînorkirinê

Ajansê derbarê dersînorkirina penaberan de jî ev agahî dan:

  • Îraqî: Îsal 146, par 175 û pêrar jî 186 welatiyên Îraqê hatine dersînorkirin.
  • Sûriyeyî: Îsal 2, pêrar 8 welatiyên Sûriyeyê hatine dersînorkirin, par Sûriyeyî nehatine dersînorkirin.

Fînlanda yek ji welatên Skandînavyayê ye, endama Yekîtiya Ewropayê û NATOyê ye û nifûsa wê 5,6 milyon e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst