Li Almanyayê skandal: 20 hezar fîşekên artêşê hatin dizîn

02-12-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Almanyayê Almanya Diziya Cebilxaneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê di dema veguhastinê de nêzîkî 20 hezar fîşekên artêşê ji kamyoneke sivîl hatin dizîn.

Wezareta Parastinê ya Almanyayê bûyer wekî "bûyereke cidî ya ewlehiyê" pênase kir.

Li bajarokê Burgê yê nêzîkî bajarê Magdeburgê ya eyaleta Sachsen-Anhaltê, nêzîkî 20 hezar fîşekên artêşa Almanyayê ji kamyoneke veguhastinê ya sivîl hatin dizîn.

Hat diyarkirin ku dizî 25ê Çiriya Paşîn çêbûye.

Wezareta Parastinê ya Almanyayê daxuyaniyek da Der Spiegelê û piştrast kir ku şofêrê şirketa veguhastinê wesayîta barkirî li herêmeke pîşesaziyê ya li Burgê li qadeke neewle park kiriye.

Nûçe pêşî ji aliyê portala Meetingpoint Jerichower Land ve hat belavkirin.

Kesên nenas bi şev deriyên kamyonê vekirine û gelek sindoqên cebilxaneyê birine.

Dizî, sibeha roja din dema ku şofêr ji bo radestkirina bar çû Qişleya Clausewitzê derket holê.

Li gorî tesbîtên destpêkê, 10 hezar fîşekên demançeyan, 9 hezar û 900 fîşekên rahênanê û cebilxaneyên dûmanê winda ne.

Her çi qas cebilxaneyên rahênanê ne fîşekên rastî bin jî Wezareta Parastinê ya Almanyayê teqez kir ku bûyer "bûyereke cidî ya ewlehiyê" ye.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê got, "Em vê diziyê gelekî cidî dibînin, divê ev cûre cebilxane nekeve destên xelet."

"Rêzikên ewlehiyê hatin binpêkirin"

Li gorî Wezareta Parastinê ya Almanyayê tevdîrên ewlehiyê yên ji bo veguhastina cebilxaneyan ji aliyê şirketa sivîl ve hatine binpêkirin.

Li gorî peymana bi şirketê re, divê di dema veguhastina cebilxaneyê de du şofêr hebin û bar di dema rawestgehan jî de di bin çavdêriyê de be.

Di lêpirsînê de derket holê ku şofêr li derveyî plan û nexşereyê li otelê maye û bar di wê maweyê de bê parastin hiştiye.

Artêşa Almanyayê û polîsên herêmî li faîlên diziyê digerin.

Çavkaniyên leşkerî di wê baweriyê de ne ku bûyer ne tesaduf e. Tê gotin ku veguhastin hatiye şopandin û dema şofêr mola daye dizan karê xwe kiriye.

Berê jî li heman eyaletê bûyerên windabûna cebilxaneyan çêbûbûn.

Meha tebaxê jî li Bernburgê fîşekên polîsan winda bibûn û beriya demeke kurt jî li Eislebenê bûyereke wiha hatibû tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst