Almanya: Sendîka daxwaza kêmkirina dema xebatê dikin

03-05-2024
Zinar Şîno
Almanya: Sendîka daxwaza kêmkirina dema xebatê ya karkeran dikin
Almanya: Sendîka daxwaza kêmkirina dema xebatê ya karkeran dikin
Nîşan Almanya Karker
A+ A-

Almanya (Rûdaw) - Karkerên Almanyayê dixwazin ku saetên wan ên xebatê kêmî 8 saetan be û sendîkayan jî hişyarî da ku heger daxwazên wan neyên bicihanîn ew dê grev û xwepêşandanan bikin.

1ê Gulanê li kanzayeke komirê ya li rojavayê Almanyayê ji bo Roja Karkeran a Cîhanî merasîmek hat lidarxistin û hin sendîkayan daxwaza guhertina qanûnên xebatê kirin.

Sekretera Sendîkaya Verdiyê ya Almanyayê Çîgdem Kayayê ji Rûdawê re got:

“100 sal berê karker rojê 8 saetan dixebitîn, niha jî qanûn bi heman awayî ye û divê 8 saetan bixebitin.

Divê ne wisa be û divê demjimêrên xebatê werin kêm kirin da ku hevsengiya kar û jiyanê ji nû ve were sererast kirin.”

Çîgdem Kayayê got, “Em wekî sendîka bangî hikûmeta Almanyayê dikin ku piştgiriyê bide mafên karker û xwedî karan.”

“Em neçar in dest bi xwepêşandanan bikin”

Çîgdem Kaya çalakvaneke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye û gotarek pêşkêş kir:

“Eger qanûna kar û mafên karkeran neyên guhertin, em neçar in dest bi grevê û xwepêşandanan bikin.”

Serokê Konferansa Sendîkayan a Almanyayê li Niederainê Alexander Lazaravich jî anî ziman:

“Di salên 1960î de, di qanûna kar a Almanyayê de xaleke veguherînê çêbû û di salên 1990î de çend guhertinên nû hatin kirin.

Heger em dixwazin di paşerojê de derfetên bêhtir derxin holê divê em zanibin dem hatiye ku qanûna kar ji nû ve were sererastkirin.”

Alexander Lazaravich herwiha got:

“Niha hinek xwedî kar dixwazin demên xebatê ji ya berê zêdetir bikin, tenê ji bo ku zêdetir qezenc bikin.”

Zêdetirî 160 salî ye li Almanyayê sendîka hatine damezrandin û di hemû qonaxan de helwest û daxwazên xwe anîne ziman.

Ew niha jî dixwazin ku dema karkirina karkeran were kêmkirin û mafên wan li gorî şert û mercên jiyanê werin nûjenkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst