Hewlêr (Rûdaw) - Li Holendayê Serokê Partiya Azadiyê (PVV) ya rastgir Geert Wilders, ji ber nakokiyên li ser siyaseta koçberiyê, partiya xwe ji koalîsyonê vekişand û bi vî awayî hikûmet ket.
Geert Wilders ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, "Ji bo plana me ya koçberiyê pejirandin nîne. Di peymana koalîsyonê de guhertin nîne. PVV koalîsyonê terk dike."
Serokê PVVyê, piştî ku di civîna koalîsyonê ya sibehê de daxwazên wî yên li ser mijarên koçberiyê nehatine pejirandin, ji serokên partiyên din ên di koalîsyonê de ragihand ku ew dê partiya xwe ji hikûmetê vekişîne.
Lijneya Wezîran dê bicive û dê ragehîne ka piştî vekişîna wezîrên Wilders dê çawa dewam bike.
Wilders beriya demekê, bi planeke 10 xalî ya ku armanca wê tundkirina siyaseta koçberiyê bû, hat û ji hevkarên xwe yên din ên koalîsyonê xwest ku ev plana 10 xalî bê pejirandin an jî li peymana koalîsyonê bê zêdekirin.
Serokê PVVyê 2 roj berê, endamên koalîsyonê yên ku dest nedidan vê pêşniyara wî, bi vekişîna ji hikûmetê tehdît kiribû.
Piştî ku di dan û standinên ku duh dest pê kiribûn de encamek nehat wergirtin, Wilders di civîna îro de ragihand ku ew ji hikûmetê vedikişe.
Bertekên ji hevalbendên koalîsyonê
Serokê Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) Dilan Yeşilgozê biryara Wilders wekî "bêberpirsiyarî" bi nav kir û got: "Armanca Geert ne li ser naveroka kar e. Armanca wî ya rastîn ne mijara koçberiyê, ne berjewendiyên Holendayê ne jî dengdêrên wî ne."
Yeşilgozê her wiha got, "Ez matmayî me ku kesek bi vî awayî berjewendiyên xwe derdixe pêş û welêt di vê kêliyê de bi tenê dihêle. Wilders Holendayê bi tenê dihêle."
Serokê Peymana Civakî ya Nû (NSC) Nicolien van Vroonhoven jî helwesta Wilders wekî "bêberpirsiyarî û nayê fêmkirin" bi nav kir û diyar kir ku her sê hevalbendên din ên koalîsyonê amade bûn di siyaseta tund a koçberiyê de hevkariyê bikin.
Mixalefetê ji bo hilbijartinên pêşwext bang kir
Partiyên mixalefetê jî banga hilbijartinên pêşwext kirin.
Serokê Banga Demokrat a Xirîstiyan (CDA) Henri Bontenbal got,"Piştî du sal ezmûn û kaosa siyasî hilbijartinên nû bijartina herî baş e.”
Serokê Demokratên 66 (D66) Rob Jetten jî destnîşan kir ku ew ji belawelabûna koalîsyonê "matmayî nemayeû got, "Eger îro nebûya, her kes li bendê bû ku di hefteyên pêşiya me de çêbibe."
Jetten îdia kir ku hevalbendên din ên koalîsyonê ji aliyê Wilders ve hatine dîl girtin.
Partiya Azadiyê niha xwedî 37 kursiyan e di parlamentoya Holendayê de, di rapirsiyên hefteyên dawî de dengên xwe winda kirine û ketiye asta 30 kursiyan ku ev jî asta partiyên di rêza duyem û sêyem de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse