Li Pakistanê êrişî mîtînga siyasî hat kirin: Gelek kuştî û birîndar hene

03-09-2025
Nîşan Pakistan Êriş Kuştî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Quettayê yê parêzgeha Belûçistanê ya li başûrrojava yê Pakistanê, di mîtîngeke siyasî ya Partiya Neteweyî ya Belûçistanê (BNP) de teqînek çêbû û di encamê de herî kêm 13 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.

Serokê Demkî yê BNPyê Parêzer Sajid Tareen ragihand ku heta niha 13 endamên partiya wan mirine.

Tareen li Quettayê ji rojnamegeran re got, "Ev êrişeke xwekujî bû, ji ber ku polîsan serê êrişkar dît."

Nexweşxaneyeke herêmî ya li Quettayê jî piştrast kir ku termê 13 kesan gihîştiye wan.

Hat ragihandin ku êriş êvara sêşemê, piştî bidawîbûna mîtîngê, li nêzîkî Stadyuma Şahwaniyê ya li herêma Seryabê pêk hatiye.

BNP partiyeke neteweperest e û ji aliyê Exter Mengalê ku serokwezîrê berê yê parêzgeha Belûçistanê bû ve tê birêvebirin.

Mengal û serkirdeyên din ên wekî Serokê Partiya “Mîllî Awamî” ya Pextûnxwayê (PkMAP) Mehmûd Xan Açakzay, Esxer Xan Açakzayê ji Partiya Awamî ya Neteweyî (ANP) û Senatorê berê yê Partiya Neteweyî Mîr Kebîr Mihemed Şahî ji êrişê sax filitîn.

Parêzgeha Belûçistan û bajarê Quettayê ku ji aliyê madenan ve dewlemend in, ev demeke dirêj e ku bûne navendên tundiyê û hêzên ewlehiyê li wir rûbirûyî serhildanên çekdarî dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst