Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê diyar ê Komariyên Amerîkayê Lindsey Graham û herwiha senatorê Demokratan Chris Van Hollen bi rêya nameyekê daxwaz ji rêveberiya DonaltTrump kirin ku êdî dest bi cezakirina Tirkiyê bikin.
Senatorê Komariyên Amerîkayê Lindsey Graham û senatorê Demokratan Chris Van Hollen nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re şandine û di nameya xwe de behsa wê yekê kirine ku ji ber kirîna sîstema berevaniya asmanî ya S-400an, divê Tirkiye bê cezakirin.
Di wê nameyê de hatiye destnîşankirin ku eger Amerîka weke pêwîst Tirkiyê ceza neke, dê ev yek bibe sedem ku welatên din jî yasayan binpê bikin û ji cezayan netirsin.
Lindsey Graham û Chris Van Hollen di nameya xwe ya ji bo Mike Pompeo de diyar jî kirine ku êdî dema sebrê bidawî bûye û divê rêveberiya Turump yasayên xwe bicîh bike ku ew jî cezakirina Tirkiyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse