Pompeo: Min tekezî li ser rûbirûbûna çalakiyên wêranker ên rejîma Îranê kir

04-01-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Mike Pompeo Mevlut Çavuşoglu Qasim Sulyêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dibêje bi telefonê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê axifiye û  tekez li ser girîngiya “rûbirûbûna çalakiyên wêranker ên rejîma Îranê” kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku wî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu peywendiyeke telefonî pêk anîne û ti wê peywendiya telefonî de wî tekezî li ser rûbirûbûna çalakiyên wêranker ên rejîma Îranê kir

Ev axaftina Mike Pompeo di çarçoveya wan peywendiyên telefonî de tê ku ligel serkirdeyên cîhanê li ‎ser kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mûhendîs pêk anîne.‎

Pompeo dibêje di peywendiya telofonî de “li ser wê êrîşa berevanîkirin û yekalîker axifiye ku Donald ‎Trump bo parastina silametiya Amerîkaniyan li Bexdayê pêkaniye.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst