Rûsyayê balafira şer a MIG-29ê da Sûriyê

04-06-2020
Nîşan Rûsya Sûriye MIG-29
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rûsyayê beşê duyemîn a balafirên şer ên ji cûreya MIG-29 dan hikûmeta Sûriyê.

Balyozxaneya Sûriyeyê ya li Rûsyayê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku wan balafirên şer ên MIG-29ê yên ji koma nû dan Sûriyê.

Balyozxaneya Sûriyeyê ya Rûsyayê dibêje: “Artêşa Ereb a Sûriyeyê di çarçoveya şirîkatiya kar a teknîkî û leşkerî ya ligel Rûsyayê de koma duyemîn a balafirên şer ên MIG-29ê yên pêşketî ji Rûsyayê wergirt.”

Pêştir jî Sûriyê ji Rûsyayê balafirên şer ên MIG-29ê wergirtibû û ev beşê duyemîn e werdigre.

Ajansa fermî hikûmeta Sûriyê SANAyê berî niha ragihandibû ku artêşa Sûriyê ji Rûsyayê balafirên şer ên MIG-29ê yên pêşketî wergirtiye û ew balafir jî ji serê vê mehê pê ve dê li asîmanê Sûriyeyê dest bi firê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst