Hewlêr (Rûdaw) - Greva çavdêrên balafiran li Fransayê bû sedema betalbûna zêdetirî hezar û 500 seferên asmanî û vê yekê bandor li nêzîkî 300 hezar rêwiyan kir.
Çavdêrên çûn û hatina asmanî ya Fransayê li hemberî kêmbûna karmendan û “birêvebiriya xirab” greveke 2 rojî da destpêkirin.
Grev li Ewropayê bû sedema betalbûna seferên asmanî yên bi deh hezaran kesan.
Nîvê seferan li Balafirgeha Niceyê ku sêyemîn balafirgeha herî mezin a Fransayê û çaryekê seferan jî li balafirgehên Parîs Orly û Parîs Charles de Gaulleyê bûn ku di balafirgehên herî qerebalix ên Ewropayê ne.
Nadya Rîveta ku sefera wê ya ji bajarê Pauê yê ber bi Parîsê ve hat betalkirin got:
“Tiştên xirabtir hene, ev bêzarker e.”
Xetên asmanî: Em bûne dîl
Şirketa Ryanairê ku hêla asmanî ya herî mezin a Ewropayê ye ragihand, 170 seferên asmanî yên 30 hezar rêwiyan hatine betalkirin.
Birêvebirê şirketa Ryanairê anî ziman:
“Careke din malbatên Ewropî ji ber greva çavdêrên çûn û hatina asmanî ya Fransayê bûn dîl.”
Yekîtiya UNSA-ICNAyê ku duyemîn sendîkaya karkeran a herî mezin a di sektorê de ye ji bo başkirina rewşa kar û damezirandina karmendên zêdetir ev gav avêtiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse