Biden li 'Kurdistana Biçûk' biserket

04-11-2020
RÛDAW
Nîşan Nashville Kurdistana Biçûk Amerîka Hilbijartinên Amerîkayê
A+ A-

Li bajarê Nashville ku navenda wilayeta Tennessee ye, Joe Biden berbijêrê Demokratan bo posta serokatiya Amerîkayê bi 100 hezar dengan li pêş Donald Trump berbijêrê Komariyan ket û li vî bajarî serkeftin bidestxist, lê li ser asta wilayetê, Trump li pêş Biden ketiye û 11 kursiyên wilayetê yên di encûmena hilbijartinê de ji xwe re misoger kirine.

Bajarê Nashville bi “Kurdistana Biçûk” tê naskirin, ew jî ji ber ku hejmareke zêde Kurd li wî bajarî Amerîkayê dijîn. Li gor amarên Wezareta Koç û Nîştecihkirinê ya Amerîkayê, hejmareke zêde ji Kurdan niştecihê vî bajarî ne.

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartina serokatiya Amerîakyê, Donald Trump li piraniya bajarên wilayeta Tennessee li pêş Biden ketiye û tenê li sê bajarên wê wilayetê Biden li pêş Trump e, ku yek ji wan bajaran, Nashville ya paytexta wilayetê ye.

Duh Sêşemê hilbijartina serokatiya Amerîkayê hat lidarxistin û cudakirin û hejmartina dengan jî berdewam e. Li gor encamên destpêkê ku heta niha hatine belavkirin, hin wilayet ji bo Joe Biden û hin wilayet jî ji bo Donald Trump yekalî bûne.

Biden îro di axaftinekê de ragihand, “em dê vê hilbijartinê qezenc bikin” û Trump jî di gotarekê de li Koşka Spî ragihand, “me serkeftineke mezin bidestxistiye, lê dixwazin dengan bidizin”, weke amajeyekê bo tometbarkirina Demokratan.

Trump di gotarekê de bo alîgirên xwe li Koşka Spî got: “Em amade ne bo gêrandina ahengê û li piraniya cihan em serkeftine, encamên îşev me dîtin ku gelek baş bûn, me karî biserkevin û yekane tişt ku mabe em bikin, ev e ku am hengê bigêrin.”

Trump tirsa xwe li egera saxtekariyê di hilbijartinan de anî ziman û got: “Emê li beramber wan kesan rawestin ku dixwazin dengê me ji xwe re bibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst