Şêniyên gundên bakurê Ukraynayê cih û warên xwe vala nakin

05-01-2023
Dilniya Rehman
Şêniyên gundên bakurê Ukraynayê cih û warên xwe vala nakin
Şêniyên gundên bakurê Ukraynayê cih û warên xwe vala nakin
Nîşan Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêra Rûdawê li Ukraynayê diçe bakurê wî welatî ku piraniya wan gundan wêran bûne lê beşeke xelkê wê mane û dibêjin ew dernakevin, vala nakin.

Igor ê şeniyê wê herêmê ku ji destpêka şer û vir ve mala xwe vala nekiriye, zarokên xwe di ser Rûsyayê re şandiye Ewropayê lê ew vegeriyane tevî ku ji destpêka şer ve elektrîka gund qut bûye jî dixwazin li gund bimînin.

Şêniyê gundê Ruski Tyshky Igor ji Rûdawê re got, “Ji bo bidawîkirina vî şerî bi baweriya min divê hemû hêz li ser sînor bên bicihkirin û sînor bên girtin, ji ber ku heta kengî em dikarin rawestin? Leşkerên me heta kengî dikarin şer bikin?”

Luba Maslava ya ji gundê Cherkansky anî ziman, “Li hinek xaniyan elektrîk heye û hinekan jî tune. Ava me tune ye û xwebexş ji me re xwarinê tînin.Tevî ku timî em hatin bombebarankirin jî em xwe li vir di tenêtiyê de hîs dikin ji ber ku li herêmê tu berpirsên îdarî tune ne.”

Gundê Ruski Tyshky girêdayî parêzgeha Xarkivê ye û 20 kîlometre dûrî sînorê Rûsyayê ye. Seroka tîmên çakkirinê Yura Masaila got, “Em li vir dixebitin ji ber ku ev erka me ye. Divê em jiyanê vegerînine vir û em ji Rûsyayê natirsin.”

Tevî hemû pirsgirêkan jî li bakurê Ukraynayê jiyan didome. Julia û hevjînê wê mala xwe tamîr dikin, ew di sala 2015an de ji Donetskê koçî bakur kirine ji bo ku li gundê Ruski Tyshky jiyaneke aram derbas bikin lê dîsa neçarî koçê hatine kirin.

Dema çûyîna leşkerên Rûsî, Julia li Xarkivê asê ma û keç û hevjînê wê sê mehan bi 24 kesên din re li stargehekê man. Julia Nichparchiok ji Rûdawê re got, “Elektrîk qet tune. Di paşerojê de dê av, gaz û elektrîk hebin. Ya herî girîng ew e ku em bi hev re, tendurist û azad in.”

Piştî vekişîna leşkerên Rûsî ji gund di Gulana sala borî de, hemû li Xarkivê bi cih bibûn û ev sê meh in vegeriyane. Niha pirsgirêkên wan bi elektrîkê û xizmetên din re hene û ji bo peydakirina ronahiyê bataryayên otomobîlan bi kar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst