Artêşa Îsraîlê: Fermandarê Lîwaya Refahê hat kuştin

05-05-2024
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Tevgera Cîhada Îslamî Lîwaya Refahê Eymen Zarûb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku Fermandarê Lîwaya Refahê ya Tevgera Cîhada Îslamî Eymen Zarûb li Xezeyê hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê li ser kuştina Eymen Zarûb daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Di operasyona hevpar a Artêşa Îsraîlê û Ajansa Ewlehiyê ya Îsraîlê (Shin Bet) de Fermandarê Lîwaya Refahê ya Tevgera Cîhada Îslamî Eymen Zarûb hatiye bêbandorkirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Eymen Zarûb di operasyona Tofana Eqsayê de cih girtiye.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê di operasyên de ji bilî Eymen Zarûb du endamên din ên Tevgera Cîhada Îslamî hatin kuştrin.

Heta niha Tevgera Cîhada Îslamî li ser mijarê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

34 hezar û 654 Filistînî hatine kuştin

Hemasê di 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan êrişî Îsraîlê kir û di vê êrişa xwe de gelek kuştin an jî dîl girtin.

Îsraîlê ragihand ku di vê êrişê de hezar û 200 Îsraîlî hatin kuştin, 5 hezar û 132 Îsraîlî jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî piştî vê êrişî Hemasê kir û ket navenda Xezeyê.

Di operasyonên Îsraîlê yên li Xezeyê de heta niha herî kêm 14 hezar û 944 zarok, 9 hezar û 849 jin, bi giştî 34 hezar û 654 Filistînî hatine kuştin û 77 hezar 908 kesa jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst