Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Yunanistanê, Civaka Elewiyan a Trakyayê nas kir û xweseriya olî da.
Civaka Elewiyan a Trakyayê ku hejmara wan derdora 3 hezar û 500 kesî ye, bi piranî li 10 gundên herêma Trakyayê yên wekî Russa, Mega Derio û Mikro Derioyê yên Yunanistanê dijîn.
Li gorî nûçeya Greek Reporterê bi derbasbûna yasaya nû re, Elewî êdî wekî saziyeke yasayî ya olî ya cuda hatin naskirin.
Ev yek ji ber ku derfetê dide civakê ku bi xweseriya îdarî û olî kar bike pêşhateke girîng e û di heman demê de hemû mafên ku di çarçoveya Peymana Lozanê de ji bo kêmîneya Misilman hatine dayîn jî diparêze.
Parastina mafên olî
Xaleke sereke ya yasayê misoger dike ku Elewî êdî nakevin bin desthilata Miftiyan ku birêvebirên mezheba Sunî ne.
Yasa her wiha “Komîteya Birêvebiriya Weqfên Elewî Bektaşî” ava dike ku saziyeke nû ye û dê çavdêriya mal û milk û cihên îbadetê yên civakê bike û bi vî awayî serxwebûna darayî ya civakê ji saziyên din ên kêmîneyan biparêze.
Pêşnûmeyasa di heman demê de li ser pêdiviyên perwerdeyê jî radiweste û rê dide xwendekarên Elewî (di komên ji 10 kesan an zêdetir de) ku li şûna dersa standart a Zanistên Olî, derseke taybet a li ser doktrîna xwe ya olî wergirin.
Berteka Tirkiyeyê
Naskirina yasayî ya Civaka Elewiyan a Trakyayê bûye sedema aloziyê bi Konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Gumulcineyê re ku ji mêj ve hewl dide bandora xwe li ser civaka Misilman a li Trakyayê bike.
Hewldanên konsulxaneyê yên ji bo yekkirina civakê di bin mezheba Sunî de, demeke dirêj e ku bi daxwaza Elewiyan re di nava nakokiyê de ye.
Bi dayîna xweseriya olî û îdarî ya fermî ji Elewiyan re, ev yasaya nû şiyana konsulxaneyê ya ji bo kontrolê kêm dike.
Hikûmeta Yunanistanê da zanîn ku ev gava yasayî daxuyaniyeke zelal a pêbendbûna wê ya bi rêzgirtina ji nasnameyên olî yên cihêreng ên di nava sînorên xwe de ye û ji bo avakirina civakeke wekhev û piralî ye.
Ev yek derfetê dide Civaka Elewiyan a Trakyayê ku nasname û kevneşopiyên xwe yên cuda biparêzin û di heman demê de mafên xwe wekî beşek ji civaka Misilman a li Yunanistanê bi tevahî bi kar bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse