Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê li ser sînorê ligel Tirkiyê pişkinîneke tund dike û dibêje piştî êrîşa Rûsyê bo ser Ukrayna qeçaxiya çekan ji welatên cîran bo nav sînorê Yekîtiya Ewropayê zêde bûye. Endameke Europolê dibêje ku rêxistinên tawankar hewl didin çekan bi rêkên qaçax ji başûrê rojhilatê Ewropayê derbasî nav welatên Yekîtiya Ewropayê bikin.
Li Deriyê Kapitan Andreevo yê navbera Tirkiye û Bulgaristanê , polîsên ser bi Yekîtiya Ewropayê (Europol) barhilgirên ku ji Tirkiyê derbasî Bulgaristanê dibin kontrol dikin. Ev di demekê de ye Yekîtiya Ewropayê tedbîrên tund wergirtine li ser sînorên xwe yên ligel welatên cîran.
Endama Europolê Adriana Toston dibêje: “Ji ber rewşa ku em tê de ne, me gelek amadekarî kirine ji bo vê operasyonê ku hejmareke zêde ya polîsan tê de beşdar in. Em hemû derbarê wan gefan de ku li ser me hene dilgiran in. Em hemû jî karekî ciddî dikin.”
Yekîtiya Ewropayê dibêje piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê qeçaxiya çekan ji welatên cîran bo nav sînorê Yekîtiya Ewropayê zêde bûye.
Endama Europol Adriana Toston jî got: “Rêxistinên tawankar sûdê ji rewşê dibînin ji bo derbaskirina çekan bi qaçaxî. Hewl didin ji başûrê rojhilatê Ewropayê wan veguhêzin û bi gelek rêyan derbas dikin, bi rêya barhilgir, otomobîl, herwiha gelek rêyên din jî li nav welatên Yekîtiya Ewropayê hene.”
Li gor Polîsên Yekîtiya Ewropayê Europol; rojane nêzîka hezar û 500 barhilgir ji Tirkiyê bi rêya Deriyê Kapitan Andreevo derbasî Bulgaristanê dibin. Ji Cotmeha 2022an ve wan dest bi operasyonekê kirine û nêzîka 328 kes bi tohmeta qeçaxiya mirov, çek û maddeyên hişber desteser kirine, ku welatiyên 28 welatên cûda ne. Nêzîka 16 hezar polîsên Ewropî beşdarî wê operasyonê bûne û wan dest danî ser 106 çekên bê mohlet û derdora 2 hezar û 476 koçberên ne yasayî desteser kirine.
Li gor Yekîtiya Ewropayê di 6 mehên destpêkê yên 2022ê de nêzîka 406 hezar koçberên ne yasayî xwe gihandine Ewropayê, ev hejmar ji sedî 68 zêdetir e ji hejmara kesên ku di heman dema sala 2021ê gihiştibûn wir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse