Jineke Kurd bû endama meclisa şaredariyeke Amerîkayê

05-11-2025
RÛDAW
Nîşan Narîn Biryar Meclisa Şaredariyê ya Bellevueyê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên Hilbijartinên Meclisa Şaredariyê ya li eyaleta Washingtonê, Narîn Biryar a Kurd-Amerîkî di hilbijartinên Meclisa Şaredariyê ya Bellevueyê de bi ser ket.

Li gorî encamên hilbijartinan, Narîn Biryarê zêdetirî ji sedî 51ê dengan stand û bi ser rikeberê xwe ket ku wî jî nêzîkî ji sedî 48ê dengan standibû.

Şaredariya Bellevueyê şaredariya sêyemîn a herî mezin a herêma Seattleyê ya li eyaleta Washingtonê ye û li gorî serjimêriya sala 2020an hejmara şêniyên wê zêdetirî 151 hezar û 800 kes e.

Bajar wekî yek ji bajarên aborî û teknolojiyê yên Amerîkayê tê naskirin û gelek şirketên mezin ên teknolojiyê lê ne ku di nav wan de Pacer Inc., T-Mobile û Valve jî hene.

Her wiha Şirketa Amazonê jî sala 1994an ji aliyê Jeff Bezos ve li vî bajarî hat damezirandin.

Narîn Biryar li Amerîkayê li eyaleta Teksasê ji dayîk û bavekî Helebceyî û Silêmaniyî ji dayîk bûye.

Wê xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Bostonê qedandiye û niha li bajarê Bellevueyê yê eyaleta Washingtonê dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst