Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Ofîsa Mozambîkê ya Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (UNOCHA) Paola Emersonê ragihand ku li bakurê Mozambîkê ji nîvê meha Çiriya Paşîn ve ji ber bûyerên tundiyê zêdetirî 107 hezar kesan koçber bûne.
Paola Emerson bi awayê online beşdarî civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû û nirxandin kirin.
Emersonê bal kişand ser rewşa mirovî ya ku li bakurê Mozambîkê xera dibe û diyar kir ku ji sala 2017an ve ku şer li welêt dest pê kiriye, ev sal sala herî xerab e ji bo sivîlan.
Wê destnîşan kir ku tundî malbatan careke din koçber dike û got:
"Li bakurê Mozambîkê ji nîvê Çiriya Paşîn ve zêdetirî 107 hezar kesan koçber bûn.
Ji destpêka îsal ve zêdetirî 330 hezar kes neçar man ku birevin."
"Zarok ji sedî 67ê koçberan pêk tînin"
Paola Emersonê anî zimên ku mirov piştî dîtina tundiyeke nedîtî gelek caran koçber bûne û bal kişand ser wêraniya derûnî ya ku tê jiyîn û wiha axivî:
"Ev rewşa bilez di heman demê de jiyana ciwanan parçe parçe dike. Zarok êdî ji sedî 67ê nifûsa koçberkirî pêk tînin."
Emersonê da zanîn ku malbat li stargehan digerin û mirov di avahiyên qerebalix û bêserûber de dijîn.
Li herêmê bûyerên tundiyê zêde dibin
Mozambîk ji sala 2017an ve li Cabo Delgadoya li bakurê welêt li dijî komên çekdar têdikoşe.
Hêzên hikûmetê di kontrolkirina tundiyê de zehmetiyê dikişînin.
Yekîneyên leşkerî yên ji Ruanda, Afrîkaya Başûr û hevparên din ên herêmî piştgiriyê didin hêzên hikûmetê.
Sala 2020î li herêmê komeke serhildêr gelek êriş pêk anîn û bi dehan kes serjê kirin ku di nav wan de zarok jî hebûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber tundiyê li herêmê zêdetirî 600 hezar kesî koçber bûne û şer belavî eyaletên cîran jî bûye.
Li gorî çavkaniyên polîsên Mozambîkê, li Cabo Delgadoyê ji sala 2017an ve di êrişan de zêdetirî 5 hezar kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî milyonek kesî koçber bûne.
Mirin û krîzên di xwenîşandanên piştî hilbijartinên par de bûn sedem ku rewşa mirovî ya li Cabo Delgadoyê ji rojevê bikeve.
Li aliyê din tê gotin ku Cabo Delgado ji ber bahozên li pey hev bandoreke neyînî dîtiye û qutkirina alîkariyên derve yên Amerîkayê jî krîza li herêmê kûrtir kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse