Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Bruksela paytexta Belcîkayê dicivin.
Ew pirsa Sûriyeyê û mafên pêkhateyên wî welatî gotûbêj dikin.
Ev civîn bi amadebûna Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî tê lidarxistin.
"Pencereyeke me ya derfetê heye"
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergardê îro li Brukselê bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.
Maria Malmer Stenergardê ragihand ku dema ew bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re bicive, dê pirsa parastina pêkhateyên wî welatî bîne rojevê.
Stenergardê ji Rûdawê re got, "Gelekî girîng e ku li Sûriyeyê rêyeke me ya giştgir hebe.
Pencereyeke me ya derfetê heye. Lê belê girîng e ku ber bi arasteya rast ve biçe."
Pirsgirêka Kurdan jî tê gotûbêjkirin
Di heman demê de, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê jî bersiv da pirsa Rûdawê.
Rûdawê jê pirsî bê ka ew dê pirsa perwerdeya bi zimanê Kurdî bi Esed Şeybanî re gotûbêj bikin an na.
Kaja Kallasê got, "Belê em qala van pirsan jî dikin. Yanî pirsa kêmîneyan û mafê wan ê xwendina bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê.
Bê guman em dê di çarçoveyeke berfirehtir de qala hemû pêkhateyên Sûriyeyê bikin. Lê Pirsgirêka Kurdan jî tê gotûbêjkirin."
Ev tevgerên dîplomatîk ên Yekîtiya Ewropayê di demekê de ne ku hewlên ji bo yekkirina saziyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê didomin.
Yek ji xalên herî hestiyar ên di nav dan û standinan de bikaranîna zimanê Kurdî ye.
Tê xwestin ku Kurdî di sazî û dibistanên Rojavayê Kurdistanê de were bikaranîn.
Kurdî wekî "zimanê niştimanî" hatiye naskirin
Di vê çarçoveyê de, Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyeyê Ahmed Hîlalî ji Nûçegihana Rûdawê ya Şamê Solîn Mihemed Emînê re axivî.
Hîlalî bal kişand ser Mersûma Hejmar 13an a Serokatiyê.
Li gorî vê mersûmê, Sûriye zimanê Kurdî wekî "zimanê niştimanî" yê welêt nas dike.
Her wiha destûr tê dayîn ku Kurdî di dibistanên hikûmetê û yên taybet de were xwendin.
Ev yek bi taybetî ji bo wan herêman e ku rêjeya Kurdan lê zêde ye.
Hîlalî anî zimên ku ev xwendin dê di çarçoveya "bernameyên dilxwazî yan jî wekî çalakiyeke çandî û perwerdeyî" de be.
Cudahiya zimanê niştimanî û yê fermî
Tevî naskirina Kurdî ya wekî zimanê niştimanî, Şam hîn jî rijd e ku zimanê Erebî wekî "tenê zimanê fermî" yê welêt bimîne.
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyeyê tekez kir ku zimanê Erebî "stûneke sereke ya destûr û qanûnan e."
Hîlalî da zanîn ku bikaranîna Erebî di saziyên fermî, sektora perwerdeyê û karûbarên qanûnî de "ferz e."
Li gorî wî, parastina zimanê Erebî beşek e ji "serweriya dewletê û sîstema giştî."
Ev bipêşketin nîşan didin ku her çend Şamê ji bo naskirina zimanê Kurdî gavên destpêkê avêtibin jî, hîn cudahiyeke mezin di navbera têgeha "zimanê niştimanî" û "zimanê fermî" de heye.
Yekîtiya Ewropayê jî dixwaze bi rêya zextên xwe mafê temam ê perwerdeya bi zimanê dayîkê ji bo pêkhateyên Sûriyeyê garantî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse