Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump roja pêncşemê ragihand ku ew ji bo çûyîna bihuştê ne namzedekî nimûneyî ye lê bi îhtimaleke mezin ew dê here bihuştê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotarekê de di merasîma "Taştêya Niza ya Niştimanî" de li ser şansê xwe yê çûyîna bihuştê peyivî û got:
"Bi rastî ez bawer dikim ku ez dê herimê.
Mebesta min ew e ku ez ne namzedekî nimûneyî me lê min karên gelekî baş ji bo xelkê kirine."
Serokê Amerîkayê amaje bi daxuyaniyên xwe yên berê kir ku bûbûn sedema nîqaş û rexneyên medyayê.
Donald Trump da zanîn ku gotinên wî yên berê yên bi rengê "ez ne li ser rêya bihuştê me" tenê ji bo henek û qerfê bûn.
Trump diyar kir ku ew gelek caran bi awayekî henekî bi medyayê re diaxive û wî her wiha henekê xwe bi wan nûçeyan kir ku piştî daxuyaniyên wî yên berê hatibûn belavkirin û ducare tekez kir ku wî "tenê henekê xwe kiriye."
Ev gotinên Serokê Amerîkayê piştî wê yekê tên ku meha Çiriya Pêşîn a sala borî, dema bi balafirê diçû Îsraîlê, ji rojnamegeran re gotibû, "Ez bawer nakim tiştek hebe ku min bibe bihuştê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse