HOLENDA - Kurdek dibe wezîra parastinê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlan Yeşîlgoz Holenda Wezîra Parastinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîlan Yeşîlgoz li Holendayê dibe alîkara Serokwezîr û wezîra parastinê.

Di ser hilbijartinên parlamentoyê yên Holendayê re sisê meh derbas bûn û partiyên serkeftî ji bo avakirina hikûmeta nû li hev kir.

Siyasetmedara Kurd Dîlan Yeşîlgoz di kabîneya nû de dibe alîkara Serokwezîr û wezîra parastinê.

Dîlan Yeşîlgoza ku Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ye, yek ji jinên siyasetmedar ên herî bibandor ên Holendayê ye.

Wê berê di kabîneya Mark Rutte de posta Wezîra Dad û Ewlehiyê wergirtibû, her wiha wekî Wezîra Dewletê ya Kar û Barên Aborî û Jîngehê jî kar kiriye.

Kurda Dêrsimî li lûtkeya desthilata Holendayê

Dîlan keça Dr. Yucel Yeşîlgoz e ku lêkoler û di warê krîmînolojiyê de mamosteyekî naskirî yê zanîngehê ye û xelkê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Bavê Dîlanê salên dirêj li diyasporaya Kurdan a li Holendayê ji bo danasîna doza Kurdistanê çalak bûye.

Dayîka Dîlanê Tirk e û ew jî li Holendayê wekî yekê ji parêzvanên diyar ên mafê Kurdan tê naskirin.

Dîlanê her tim bi serbilindî behsa Kurdbûna xwe dike.

Her çi qasî berê zêdetir wekî siyasetmedareke nîştimanî ya Holendayî derdiket pêş jî van demên dawî li ser mijarên bi Kurdan û Kurdistanê re pêwendîdar helwestên wê yên zelal hebûn.

Dîlanê di dema êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de, dilgiraniya xwe anîbû zimên û gotibû:

"Divê tundiya li dijî Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê were rawestandin.

Ew Kurdên qehreman ên ku di şerê li dijî terorê de qurbanî dan, niha rûbirûyî destdirêjî û heqaretê dibin."

Pêwendiyên Pêşmerge û Wezareta Parastinê

Artêşa Holendayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) de ye û hevahengiyeke wê ya berdewam bi Herêma Kurdistanê re heye û niha jî bi Amerîka, Brîtanya û Almanyayê re beşdarî pêvajoya çaksazî (reform) û yekkirina Pêşmergeyan dibe.

Niha tê çaverêkirin ku pêwendiyên Amsterdam û Hewlêrê bi taybetî di warê parastin û ewlehiyê de derbasî qonaxeke nû bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst