Rûsya: Em dixwazin dan û standinên HSD û Şamê berdewam bikin

06-06-2025
Sinan Tunçdemir
Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia  / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Çîn Sûriye Çekên Kîmyawî Rûsya HSD
A+ A-

New York (Rûdaw) – Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia ragihand ku ew dixwazin dan û standinên di navbera HSD û hikûmeta Şamê de berdewam bikin.

Li aliyê din, Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî got ku ji ber ku “milîtanên terorîst beşdarê artêşa Sûriyeyê dibib” ew rewşa li wê derê metirsîdar dibînin.

Konseya Ewlejiyê ya Navneteweyî caree din li ser çekên kîmyawî civîya û bang kir ku bila mesela çekên kîmyawî êdî were çareserkirin.

Alîkarê Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Geng Shuang jî bangî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê kir ku bila çavdêriya hemû “grub û kesên terorîst” bike.

“Sûriye bi rewşeke gelekî nazîk a ewlehiyê re derbas dibe”

Geng Shuang wiha got, “Sûriye niha him bi rewşeke gelekî nazîk a ewlehiyê re û him jî bi rêkeftina dijî-terorê ya gelekî nazik re rû bi rû ye.

Di demên dawî de, Sûriye bi çend êrişên terorîstî yên tund re rû bi rû ma ku ev yek jî hêviya rêxistinên terorîst û hêzên radîkal zêde dike ku ji kaosa heyî sûd werdigirin da ku mezin bibin û vergerin.

Divê civaka navneteweyî li ser senaryoya muhtemel a ku hêzên terorîst ên li Sûriyeyê dikarin çekên kîmyewî çêbikin û bi dest bixin gelekî hişyar bin.

Em ji raportan ditirsin ku şervanên terorîst ên biyanî yên li Sûriyeyê di demên dawî de tevlî hêzên hikûmeta Sûriyeyê bûne.

Û em ji rayedarên demkî yên Sûriyeyê dixwazin ku erkên xwe yên dijî-terorê bi cih bînin.

Divê ew hemû tedbîrên pêwîst wergirin da ku hemû rêxistin û kesên terorîst ên ku ji hêla Konseya Ewlehiyê ve hatine navnîşkirin, di nav de Tevgera Îslamî ya Tirkistana Rojhilat (ETIM) li Sûriyeyê, kontrol bikin.

Her wiha pêşî bigrin ku çekên kîmyawî yên xeter nekevin destê terorîstan.”

Ji aliyê din ve, di civînê de Rusyayê jî got ku mesala çekên kîmyawî di bin vê rewşa alozî ya Sûriyeyê de nayê çareserkirin û ev mesele hatiye polîtîzekirin.

“Mijar hatiye polîtîzekirin”

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia li ser pirsa Rûdawê ya “Ev çend sal in, li ser çekên kîmyawî civîn berdewam dikin, û me hîn encamek nedîtiye. Gelo hûn difikirin ku ew dê bigihêje encamekê?” wiha got:

“Me hîn jî tiştek nedîtiye. Mijar hatiye polîtîzekirin. Niha bi bombebaranên Îsraîlê û bi dijminatiyan re welêt dihejînin. Zehmet e ku mirov hêvî bike ku tiştek bi pêş bikeve.”

Vassily Nebenzia li ser pirsa “Hûn li ser dan û standinên di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) û Şamê de çi difikirin?” jî wiha got:

“Em dixwazim dan û standin berdewam bikin.”

Her wiha raportorên Neteweyên Yekbûyê jî dibêjin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi pisporên Neteweyêên Yekbûyî re di nav têkilîyê de ye û karên wan berdeam dike ji bo bi dawî li çekêm kîmyawî were.

Konseya Ewlejiyê ya Navneteweyî jî him ji pisporan û him jî ji rêveberiya demkî ya Sûriyeyê xwest ku vê meselê di demek nîzkî de êdî çareser bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst