Wezîra Almanyayê ji bo Nêrgiz Mihemediyê peyameke bi Kurdî belav kir

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan Nêrgiz Mihemedî Annalena Baerbock
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê bi peyamên bi zimanên Kurdî û Farsî pîrozbahî li Nêrgiz Mihemediyê ya wergira Xelata Aştiyê ya Nobelê kir.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock li ser hesabê xwe yê Xyê bi Kurdî û Farsî peyamek belav kir û got:

“Dayîna Xelata Aştiyê ya Nobelê ya Nêrgiz Mihemedî û jinên Îranî hêza jinan a ji bo azadiyê nîşan dide.”

Baerbock got, “Dengê çavnetirs ê Mihemediyê nayê bêdengkirin. Paşeroja Îranê jinên wî welatî ne.”

Çalakvana mafên mirovan a Îranî ya girtî Nêrgiz Mihemediyê, Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023yan wergirt.

Komîteya Nobelê ya Norwecê li ser dayina Xelata Aştiyê ya Nobelê daxuyaniyek belav kir.

Komîteya Nobelê di daxiyaniya xwe de wiha got:

“Ji ber têkoşîna wê ya li hemberî zilma li ser jinan a li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiya hemûyan, Komîteya Nobelê ya Norwecê biryar da ku Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023yan bide Nêrgis Mihemediyê.”

Nêrgiz Mihemedî kî ye?

Nêrgis Safiye Mihemedî di 21 Nîsana 1972 li parêzgeha Zencanê ya Îranê ji dayik bû.

Nêrgis Mihemedî ji bo mafên jinan û rakirina cezayê darvekirinê di nav çalakvanên mafên mirovan ên Îranê çalakiyan dimeşîne.

Bi tohmeta ku “li dijî dewletê propaganda kiriye” 12 sal ceza li Nêrgiz Mihemedî hatiye birîn û niha di Girtîgeha Evînê ya Tehranî de tê girtin.

Nêrgiz Mihemedî di heman demê de Alîkara Serokê Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan e jî ku ji aliyê xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2003yan Şîrîn Ebadiyê ve tê birêvebirin.

Xelatên Nobelê her sal bi merasîmeke ku di 10ê Kanûna Pêşîn, roja mirina Alfred Nobel de tê lidarxistin, radestî xwediyên wan tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst