BUPAR: Eger Ocalan jî bixwaze dengdêrên DEM Partiyê deng nadin Tifaqa Cumhur

06-10-2025
RÛDAW
Nîşan Bupar DEM Partî Abdullah Ocalan Hevpeymaniya Cumhur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Lêkolîna BUPARê eger Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bixwaze jî zêdeyî nîvê dengdêrên DEM Partiyê dengê xwe nadin Hevpeymaniya Cumhurê.

Tenê ji sedî 31,2yê wan gotiye dê deng bide hevpeymaniyê.

 BUPARê li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya Îlona 2025an rûbirû bi beşdarbûna 2 hezar û 512 kesan li ser hilbijartinan rapirsiyek pêk kiriye,

Buparê encamên wê rapirsiyê bi raya giştî re parve kirin.

Di rapirsiyê de dengdêrên DEM Partiyê pirsa “Li ser banga Abdullah Ocalan eger DEM Partî piştgiriyê bide Hevpeymaniya Cumhur hûn dê dengê xwe bidin hevpeymaniyê?" hatiye kirin.

Ji beşdaran ji sedî 47,4ê beşdaran gotiye "Na" û ji sedî 9,8ê wan jî gotiye ew naçe ser sindoqê.

Her wiha di rapirsiyê de ji sedî 31,2yê beşdaran jî diyar kiriye ku dê piştgiriyê bidin Hevpeymaniya Cumhur.

Ji ssedî 11,6ê dengdêran jî bê biryar mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst