Dusseldorf (Rûdaw) - Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê (EUAA), vê hefteyê rênimayên nû derbarê dosyeya penaberiyê ya xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û ji bo welatên endam eşkere kirin.
Ev guherîn dê bandoreke rasterast li ser çarenivîsa hezaran penaxwazan bike.
Li gorî rênimayên nû, êdî kesek tenê ji ber reva ji xizmeta leşkerî ya rejîma Esed mafê penaberiyê wernagire.
Her wiha, Erebên Sunî tenê ji ber ku nasnameya wan "Erebên Sunî" ye, mafê penaberiyê wernagirin û daxwazên wan tên redkirin.
Rewşa Kurd û kêmîneyan
Li hemberî vê yekê, daxwazên penaberiyê yên pêkhateyên din ên wekî Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyanan divê bi hûrgilî û li gorî dosyeyên wan werin lêkolînkirin.
Li gorî biryarê, divê biryar li ser dosyeyên van pêkhateyan bê dayîn, ne ku bi awayekî otomatîk werin redkirin.
Dijberên HSD û YPGyê
Yek ji xalên balkêş ên di nava rênimayan de ew e ku kesên (wekî Yekîtî dibêje) ji destê "hêzên Kurdî" reviyane, yan dikarin piştrast bikin ku dijberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne û gef li ser wan heye, dikarin mafê penaberiyê wergirin.
Her wiha, eger metirsiya wê yekê li ser kesekî hebe ku ji aliyê wan hêzan ve zarokê/a wî bi zorê were çekdarkirin, dibe ku mafê mayînê (îqame) pê were dayîn.
Rojnameger, jin û zarok
Rênimayî tekeziyê li ser wê yekê jî dikin ku divê nirxandina taybet ji bo dosyeyên rojnamevan, jin û zarokan were kirin û daxwazên wan bi awayekî otomatîk neyên redkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse