Ew zêdeyî heftiyekê ye danûstandinên navbera Îran û welatên 4+1 ên derbarê rêkeftina atomî de hatine destpêkirin.
Hewlêr (Rûdaw) - Îro înê careke din Almanya, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Fransa li Viyena ya paytexta Nemsayê ligel Îranê rasterast û ligel Amrerîkayê bi awayekê nerasterast dicivin, daku Washngtonê razî bikin vegere nav rêkerftinê û Teharnê jî han bidin dkau bi tevahî pabendiyê rêkeftinê be.
Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê, di dema civîna welatên G20 de ragihand, gotûbêj hêdî û zehmet birêve diçin, lê hêj ew ji danûstandinan bêhêvî nebûne.
Josep Borrell got: “Derfet li ba min hebû daku ligel hevkarên xwe behsa gotûbêjên rêkeftina etomî ya Îranê bikim. Me ligel wezîr Blinken behsa rewşa wan gotûbêjan kir ku zehmetin, lê berdewamin. Roja înê gereke din a wan gotûbêjan destpê dike.”
Ev di demekê de ye ku hefteyekê berî niha, Jake Sullîvan, Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî ya Amerîkayê amaje bi wê yekê da, ku ne diyar e ti encameke gotûbêjan hebe yan na.
Bi nerîna çend dîplomatên beşdar di civînan de, ku ligel mîdyaya amerîkî axivî bûn, dibêjin astengiya serekî li pêş serkeftina gotûbêjan senterfiyûca pêşketinên îranê ye derbarê meyandina yoranyomê li bengehên etomiyên wê ku bicîh kirine.
Amerîka dixwaze Îran bi rêya çend karên din, hemû wan amûrên ku li bingehên atomiyên xwe bicîh kirine bide alî, daku Washington jî beşek ji cezayan li ser Tehranê hilweşîne.
Tehran jî heta niha bi wê pêşniyarê razî nebûye û daxwaza hilweşandina hemû cezayên li ser xwe dike, ku ji aliyê rêveberiya Donald Trump serokê berê yê Amerîkayê ve bi ser de hatibûne sepandin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Ebas Iraqçî têkildarî helwêsta Îranê li ser rakirina cezayan dibêje: “Ceza, ewên ku bi ser sektoran hatibûn girêdan, wek mînak li ser sektora enerjiya îranê, ku petrol û gazê lixwe digire, herwiha cezayên ku bi ser pîşesaziya otombîl û bankan û benderan de, ligor wan rêkeftinên ku heta niha hatine kirin, divê hemû ew ceza bêne rakirin.”
Razîbûna mercdar a amerîkayê bo hilweşandina wan cezayan, ji aliyê dîplomatên wê ve wek pêşkeftineke erênî ya gotûbêjan lê tê nerîn.
Ji encama wê yekê ve jî, bihayê tûmenê Îranê beramberî dolar, ev çend rojin di bilindbûnê de ye, bi awayekî ku bihayê her dolarekî Amrîkî berî gotûbêjan 25 hezar timen bû, lê niha bi 22 hezar timen mamele ligel tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse