Swêd ji tirsa tawanbaran ji bo welatînameyê hevdîtinên rû bi rû zêde dike

07-06-2025
Hêmin Ebdullah
Pasaporta Swêdê /Wêne: TT
Pasaporta Swêdê /Wêne: TT
Nîşan Swêd Pasaport Welatîname
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Swêdê biryar daye bi mercên nû û çavdêriya zêdetir pasaport bide wan kesên li Swêdê ne ku dixwazin bibin welatî.

Birêvebiriya Koçberan a Swêdê ragihand, ji vir û pê ve di pêvajoya dayîna pasaport û welatnameyê de guhertin dike û tundtir bike.

Wekî meînak, kesek ku daxwaza pasaportê kiriye û hîn bersiv jê re nehatiye, divê hevdîtinekê organize bike da ku karmendek ji wê birêvebiriyê rû bi rû wî bibîne û li nasname û hûrgiliyên din binêre.

Birêveberiya Koçberan a wî welatî da zanîn ku ev biryar wan kesan jî digire nav xwe ku di paşerojê de dê daxwaza pasaportê bikin û divê agahiyên zêdetir û rû bi rû bi karmendekî re parve bikin.

Wekî ku birêvebiriyê ragihand, ev jî ji bo wê ye ku ew kesên ku li ser ewlehiya neteweyî ya Swêdê xeter in an tundajo ne, yan jî endamên komên tawankar in, nekaribin bibin xwediyê welatnameyê Swêdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst