Dusseldorf (Rûdaw) - Ajansa Koçberiyê ya Swêdê ku saziya fermî ya dewletê ye, ji bo biryardana li ser dosyeyên koçberî û penaberiyê, ragihand ku heta dawiya îsal dê bersiva hemû serlêdanên wergirtina welatînameyê Swêdê bide.
Hin ji wan serlêdanan ev çar sal in ku hatine pêşkêşkirin û ajansê nikarîbû wan bi encam bike bike.
Li ser vê yekê jî gelek rexne lê hatibûn girtin.
Wekî ku ajansê rave kiriye, bienmcakirina dosyeyan dê li gorî kevnbûna serlêdanan be ango, eger serlêdanek çar sal berê hatibe pêşkêşkirin, dê zûtir ji ya ku sê sal berê hatiye pêşkêşkirin, bê çarekirin.
Hin guherînên din jî hene ku dê dest bi pêkanîna wan bê kirin.
Mînak, êdî kesên ku dosyeyên penaberiya wan tên girtin, nikarin bi sedema dîtina kar daxwaza mafê manê bikin.
Her wiha, ji niha û pê de dê li şûna 5 salan, pêwîst be kesek 8 salan li Swêdê xwedî mafê mane be da ku bikare daxwaza welatînameyê yan pasaporta Swêdê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse